Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke Kîrpî hate îmhakirin, derb li Skorsky hate xistin

Li Zapê di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, wesayîteke bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Li herêma Geverê;

30’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li qadên cuda yên herêma Geverê operasyonên berfireh lidar xistin. Ev operasyon ji aliyê hêzên me ve vale hatin derxistin û dagirkeran nekarîn ti encamê bi dest bixin. Artêşa Tirk a dagirker di van operasyonên li herêma Geverê de, agahiyên bi rengê ku 3 gerîla hatine dîlgirtin û gerîlayek jî şehîd bûye, belav dike. Tiştên ku artêşa Tirk a dagirker diyar kirine, bi temamî derew in. Di operasyonên li van herêman de ne ti hevalên me şehîd bûne, ne jî dîl ketine.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5’ê Tîrmehê di saet 19.16’an de bi çekên giran li wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê Sergelê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin û 3 dagirkerên di hundirê wê de hatin cezakirin.

Bi rengekî hemwext, bi çekên giran û taktîka sûîqastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin.

Şeva 5’ê Tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkoptera ku dixwest li Girê Bahar dakeve, kirin. Di encama mudaxileya hêzên me de, derbeyeke giran li helîkoptera Skorsky hate xistin û bêyî ku dakeve neçar ma paşde vegere.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

3, 4 û 5’ê Tîrmehê qadên Lolan û Kendekola yên herêma Xakurkê 3 caran, herêma Zapê 2 caran, qadên Şiyê, Kanî Sarkê û Gûzê yên herêma Garê 4 caran, qadên Berxwedanê ya Bêşîlî û Mîska yên herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

5 û 6’ê Tîrmehê herêmên Xakurkê, Metîna û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”