Ji bo Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hatin ba hev

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê beriya 33 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Malbatên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 804’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de ku di 31’ê çileya 2009’an de dane destpêkirin, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafan pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser in vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hate binçavkirin û cenazeyê wî di nav sînorê navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin, hatin pirsîn.

Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), malbata Vedat Aydin û gelek kes beşdarî çalakiya îro bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, qala çîroka qetilkirina Vedat Aydin kir. Yilmaz, anî ziman ku tevî ku 33 sal derbasûne jî aqlê dewletê nehatiye guhertin, siyasetmedarên kurd, parazvanên mafên mirovan û rojnamevan ji ber afirandina çareseriyê tên cezakirin.

Piştre hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin mafê axaftinê wergirt û di kesayeta Vedat Aydin de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Aydin a roja ku Vedat Aydin hate qetilkirin vegot, wiha bi lêv kir: “Min bi xwe Vedat radestî Midûriyeta Polîsan a Amedê kir. Tenê gotin ‘îfadeya wî heye’. Dewletê biryara kuştina Vedat da, ne 4 polîsan. Biryara hate dayîn ji jor hate dayîn. Haya Serokwezîr, Serokkomar, Serfermandarê Giştî hemûyan pê hebû. Ferman ji wan deran hat û polîsan jî ji bo bikujin ew birin. Ji bo me faîl winda nebûn, li vir in. Em dizanin ka faîl kî ne. Em ê heta dawiya temenê xwe doza windakiriyên xwe bidomînin. Em dizanin ku faîl kî ne. Em ê heta dawiya jiyana xwe doza windakiriyên xwe bimeşînin. Me gelek êş kişandin, kesên ev êş bi me dane kişandin jî bila bikêşin. Ez ji roja ewil ve gotinên xwe dubare dikim; biryara hemû kiryarên nediyar ji jor hatin dayîn û ji jêr hatin pêk anîn.”

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin ê piştre axivî jî, anî ziman ku tevî 33 sal derbas bûn jî ronînekirina vê cinayeta siyasî biryara dewletê ye û wiha got: “Me serî li dadgehê da, me got ‘kujer ev in’. Lê îfadeyên wan jî nehatin wergirtin.” Aydin diyar kir ku bi Vedat Aydin re hate xwestin ku peyamekê bidin û wiha domand: “Ji ber vê yekê ev doz dozeke polîtîk e. Faîlên vê dozê dewlet jî em jî dizanin. Ji ber vê yekê em dibêjin, cînayetên ku faîlên wan diyar. Ev jî bi pirsgirêka kurd re eleqedar e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, cînayet dê veşartî bimînin. Em careke din dibêjin, ev qas xwîn, evqas winda, evqas berdel bes in. Em kujeran nas dikin, dadgeh bi dawî jî bibin, dema wê borî jî be ji bo faîl diyar in. Keda kesên jiyana xwe ji dest dane dê têkoşîna me ronî bike.”

Piştî axaftinan endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwendin.

Piştre ji bo windakiriyan çalakiya rûniştinê hate kirin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.

ÊLIH  

Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 640’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de, malbatên windakiriyan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, DEM Partî, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî yê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku heta encamê bigirin dê pirsîna aqûbeta windakiriyan bidomînin û banga edaletê kir.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.