Meşvanên 'Hurmeta ji îradeyê re' wê daxuyaniyê bidin

Çalakvanên 'Meşa hurmeta ji îradeyê re', piştî ku gihîştin navenda Colemêrgê wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

HURMETA JI ÎRADEYÊ RE

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kir di roja 9'an de ye. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak jî di nav de bi sedan meşvanan şeva xwe li Depînê derbas kirin. Meşvanan serê sibehê taştê kirin û amadekariyên xwe yên ji bo roja dawî ya meşê kirin.

Meşvanan li ber stranan govend gerandin û danê nîvro ber bi navenda Colemêrgê dest bi meşê kirin. Meşvan piştî meşa ji 10 kîlometreyan wê bigihêjin navenda bajêr. Tê payin ku li navenda bajêr daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.