NÛ BÛ I

Li Şengalê êrişa hewayî: 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn

Li Şengalê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 2 jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn.

DEWLETA TIRK LI ŞENGALÊ ÊRÎŞ PÊK ANÎ

Komek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê jî di nav de bûn, ji bo hevpeyvînê têkildarî salvegera fermanê bikin, derbasî navçeya Til Qesebê bûn.

Koma ji nûçegihanan di dema vegerê de li navenda Şengalê bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker.

Di encamê de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 4 kes birîndar bûn.

Rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakirin Nexweşxaneya li Mûsilê.

Birîndarên din li Şengalê têne dermankirin.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.