Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

Di encama hêzên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 6 kolber jî birîndar bûn.

ÊRIŞA ÎRANÊ YA LI DIJÎ KOLBERAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di danê sibehê de hêzên çekdar ên dewleta Îranê, li sînorê Newsude ya Kirmanşanê êrişî komek kolber kirin.

Hate diyarkirin ku di encama êrişê de kolberek xellkê Selasî Bawecan yê bi navê Eyub Mihemed hate kuştin û 6 kolber jî birîndar bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku 6 kolberên ku birîndarbûne li nexweşxaneya Qudis ya bajarê Pawe têne dermankirin, lê nasnameya wan nehate diyarkirin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya herî dawî ya Kolbernews’ê ragihandî di 6 mehên destpêkê yên îsal de 270 kolber li deverên cuda yên sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ji vane 20 kes dibin temenê 18 salî de bûn.