BI DÎMEN

'Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek'

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan û gotin: “Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek.”

Di van demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser axa Kurdistanê û bi taybetî yên li ser başûrê Kurdistanê tund kirine û her ku diçe zêdetir hewla dagirkirinê dide. Rewşenbîrên başûrê Kurdistanê têkildarî vê mijarê fikir û helwesta xwe anîn ziman û dan diyarkirin ku divê her kes li dijî van êriş û dagirkeriyan bibe yek.”

Endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Hacî Rêbiwar li ser êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk axivî û wiha got: “Di hiqûqa navneteweyî de tê diyarkirin ku divê destdirêjî li ser sînorên cografî û siyasî yên welatekî neyê kirin, lê belê dewleta Tirk hatiye nav axa Kurdistanê û destdirêjiyê li hemû sînoran dike. Lewma pêwîst e gel ji bo parastina axa Kurdistanê bertek û helwestê nîşan bide.”

Nivîskar Celîl Ebas jî têkildarî vê babetê fikirên xwe anîn ziman û ev tişt gotin: “Dijminên gelê Kurd her tim bi rêya şerê Kurd-Kurd kariye êriş û dagirkeriyên xwe bigihîne encamê. Kurd piraniya caran di şer de li dijî hev wekî şêran bûne. Vê yekê wisa kiriye ku alî û partiyên siyasî berjewendiyên xwe bixin pêşiya berjewendiyên gel. Bi raya min di vê rewşa niha de pêwîstiya me pê heye ku em di nav xwe de li hev bikin û li dijî dijmin rawestin.”