Dewleta Tirk a dagirker ber bi Amediyê ve sewqiyeta leşkerî ya nû kir

Di hefteyên dawî de dewleta Tirk a dagirker ji bo Başûrê Kurdistanê bênavber sewqiyata wesayîtên zirxî û leşkerî dike. Şeva Şemiyê û Yekşemê ji bo Amediyê sewqiyetên nû hatin kirin.

Li gorî nûçeya RojNews’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, duh bi şev hêzeke mezin a leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker derbasî gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bû.

Heman çavkaniyan da zanîn ku îro danê sibehê jî dewleta Tirk a dagirker hêz û kelûpelên leşkerî derbazî sînorê gundê Guherzê kiriye û li herêmê bi cih kiriye.

Gundiyek bi navê Şakir ji Rojnews’ê re axivî û got: “Rewşa me gelek xirabe û aliyên siyasî jî bi taybet hikûmet bi tundî rexne kir û li beramberî destwerdanên dewleta Tirk bêdeng in. Çawa hikûmet nabîne dewleta Tirk rojane herêmên me bombebaran dike ku di encamê de beşek mezin ya zevî, bax û malên me şewitîne. Her wiha rojane top û gule li nav gundê me dikevin.”

Şakir, destnîşan kir ku 15 roj in giliyê li gel asayîşa bajarok kirine, lê heta niha ti bersivek nehatiye dayîn û got ku ger wiha berdewam bike, xelkê gund, wê gund vale bikin.

Di nava çend rojên dawî de bê navber artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê bi hezaran leşker û bi sedan wesayîtên zirxî derbasî sînorê Dihok û Hewlêrê kiriye û li wir bi cih kiriye. 

Li navendên kontrolê yên ku li ser rêyên sereke hatine danîn, leşkerên Tirk ên dagirker nasnameyên welatiyan konrtol dikin û zexta sixûrtî û koçberiyê ser wan ferz dike. 

Li gel vê rojane deverên Başûrê Kurdistanê tê bombebaran, lê aliyên peywendîdar ti bertekek cidî û bandorker nîşan nedane.

Her wiha beriya çend rojan, Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ragihandibû ku dewleta Tirk 300 çeteyên DAÎŞ’ê aniye sînorê Dihokê û li wir bi cih kiriye.