‘Qeyûm pergala derqanûnî û diziyê ye’

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê meşek li dar xist û desteserkirina vîna gel protesto kir.

LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, îro jî çalakiya protestoyê berdewam kir. Girse li ber avahiya partiyê kom bû û heta Parka Karayollari bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Piştî meşê li parkê daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Şerafettîn Aslan diyar kir ku desthilatdariyên ku vîna gelê Kurd nas nekirin bûn partiyên tabelayê û ev yek li benda AKP'ê ye jî. Aslan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistanê û Tirkiyeyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û xwest demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Aslan anî ziman ku sepanên qeyûman ji bilî rûxandin û talankirinê tiştek nayîne bajarên wan û got ku qeyûm "pergala derqanûnî û diziyê" ye.

Hevseroka DEM Partiya Mêrdînê Necla Acibûca jî da zanîn ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel dê çalakiyên xwe berdewam bikin.