HPG: Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne ji bo vala bike

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk ad agirker ji bo gundên li Başûrê Kurdistanê vala bike û şêniyên herêmê koçber bike bombeyan li gundan dibarîne.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye: "Dewleta Tirk a qirker mêtinger û artêşa wê ya dagirker bi rêk û pêk û bi zanebûn êrişê dibin ser gundên li Başûrê Kurdistanê. Gundên Dergelê, Mîska û Bazê yên li Metînayê, gundên Sergelê, Belavê, Guherzê, Berçiya, Mijê û Spîndarê yên Amediyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirkre ve têne bombekirin û ji ber bombardûmanê agir bi herêmê tê xistin. Dewleta Tirk ku di dema nêz de bi hezaran gundên li Bakurê Kurdistanê şewitand, bi heman rengî hewl dide gundên li Başûrê Kurdistanê vala bike, gundiyan koçber bike û herêmê ji mirovan xalî bike."

ÇALAKIYÊN GERÎLA Û ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

5'ê Tîrmehê saet di 07:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin û desteserkirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tîrmehê saet di 19:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tîrmehê saet di 11:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

6'ê Tîrmehê saet di 06:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

5'ê Tîrmehê saet di navbera 21:00 û 22:00 de bi çekên giran 2 caran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl didan hêzên xwe li Girê Bahar dîne. Di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

6'ê Tîrmehê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

7'ê Tîrmehê saet di 01:54'an de bi çekên giran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl dida hêzên xwe li Girê Bahar dîne. Helîkopter neçar man ji qadê biçin.

6'ê Tîrmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

7'ê Tîrmehê saet di 06:15'an li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

5 û 6'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 19 caran bi gazên kîmyewî û 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

5 û 6'ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê qada Kolîtê carekê, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Zêvkê 2 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Tîrmehê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."