BI DÎMEN

‘Axa me şerefa me ye û divê em li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin’

Êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in. Hemwelatiyên başûrê Kurdistanê li ser vê mijarê helwest û bertekê nîşan didin û dibêjin: “Axa me şerefa me ye û divê em li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin.”

Hemwelatiyê bi navê Hejar Caf li ser êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî û got: “Kurdistan tenê niha nayê dagirkirin, bi dirêjahiya dîrokê Kurdistan hatiye dagirkirin. Bi taybetî dewleta Tirk her tim hewla jinavbirina gelê Kurd daye. Me ji bo vê axê gelek şehîd dane, axa me şerefa me ye. Her kesekî bişeref û biwijdan pêwîst e li dijî vê dagirkeriyê helwestê wergire, bi taybetî jî siyasetmedar û rewşenbîr. Lê belê mixabin tiştê ku em dibînin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hember vê dagirkeriyê bêdeng e. Kurdistana me yek parçe ye, her çend dijmin bixwaze vê rastiyê biguherîne jî, lê naguhere.”

Têkildarê vê mijarê kitêbfiroşekî bajarê Silêmaniyê jî axivî û wiha got: “Bêdengbûna li dijî van êrîş û dagirkeriyan mirov dike kesekî mirî. Ji ber ku niyaza dagirker jinavbirina gelê Kurd e. Erka her kesî ye ku helwestê wergire. Bi dirêjahiya sed salên borî tu carî rewş ev qas tirsnak nebûye. Bi taybetî niha berpirsyariya rewşenbîran e ku helwestê wergirin. Ev ax namûsa me ye û çênabe ku em rê bidin dagirkeriyê.

Bê guman her dagirkerî berî dagirkirinê helwesta desthilatdariya wî welatî werdigirin. Eger ji wan re hêsankarî neyê kirin, bê guman nikarin wisa bi rehetî êrîş bikin.”