BI DÎMEN

'Keç û xortan li dijî dagirkeriyê çek hilgirtine'

Hemwelatiyê bi navê Bextiyar Mam Hemîd da xuyakirin ku hemû civak li dijî dewleta Tirk a dagirker xebatên çekdarî û îdeolojîk dimeşînin û got: “Keç û xortan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çek hilgirtine û ji bo doza azadiyê şer dikin.”

Her ku diçe nerazîbûnên li dijî dagirkeriyên dewleta Tirk berfirehtir dibin. Li ser dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd li seranserê dinyayê bertekan nîşan dide. Bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê li hember dagirkerî û êrişên dewleta Tirk bertekan nîşan dide û ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê aciz e ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng dimînin.

‘JI BO XWEPARASTINA JI DAGIRKERAN, GELÊ KURD XEBATA ÇEKDARÎ Û ÎDEOLOJÎK DIKE’

Dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê ji mêj ve ye li dijî gelê Kurd dagirkeriyê dimeşîne. Li hember vê yekê gelê Kurd berxwedana xxwe didomîne. Der heqê vê mijarê de Bextiyar Mam Hemîd ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo pişaftin û jinavbirina hişê takekesên Kurd hewl dide, dixwaze wisa li gelê Kurd bike ku nasname û niştimanê xwe înkar bike û di nav gelên din de bihêle û wisa bawer bike ku nehatiye dagirkirin. Bi vî rengî dixwaze têkoşer û gerîlayên azadiya Kurdistanê wisa nîşan bide ku serê wan tevlîhev bûye. Dewleta Tirk Kurdekî wisa dixwaze ku nefikire, ziman û axa xwe ji bîr kiribe. Lê belê hemû civak li dijî dewleta Tirk a dagirker xebatên çekdarî û îdeolojîk dike.”

‘GERÎLA JI BO AZADIYA KURD Û KURDISTANÊ ŞER DIKE’

Bextiyar Mam Hemîd di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Li dijî siyaseta pişaftinê ya dewleta Tirk a dagirker, tevgera azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Abdullah Ocalan ruhê gelê Kurd û doza gelê Kurd li Kurdistanê û bi taybetî li bakurê Kurdistanê zindî kiriye. Lewma dewleta Tirk a dagirker bi awayekî berfirehtir li dijî hebûna gelê Kurd şer dike. Ji ber vê yekê her tim siyaseta pişaftina gelê Kurd dimeşîne. Li hember vê yekê ji bo doza gelê Kurd, ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê gerîla di nav şer de ye û rê li ber dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker digire.”

Mam Hemîd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xeta xiyanetê û got: “Mixabin PDK bi siyaseta xwe bûye rênîşandera dagirkeran, hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike.”