BI DÎMEN

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' di qonaxa dawî ye

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê destpê kir, bi 10 kîlometreyên dawî dewam dike. Di meşê de li dijî polîtîkayên desthilatdariyê û mejiyê talanker banga têkoşînê hate kirin.

'Meşa hurmeta ji îradeyê re' ya ku DEM Partiyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da destpêkirin, di roja 9’emîn ango roja dawî de dewam dike. Ma 10 kîlometre ku meşvan xwe bigihînin navenda Colemêrgê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, pêkhateyên DEM Partiyê, hevşaredar û encumen di nav de nêzî 500 kesî ber bi navenda bajêr ve meşa xwe didomînin. Meşvan serê sibehê ji tesîsa bêhnvedanê ya li Depînê dest bi meşê kirin û li qeraxê Çemê Zê berê xwe dan Colemêrgê.

Daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal axivî û destnîşan kir ku ev meş wan meşa li dijî polîtîka û zîhniyeta desthilatdariyê û qeyûmên wan e.

Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî daxuyanî da û li dijî tayînkirina qeyûm banga têkoşîna hevpar kir û got çi dibe bila bibe ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel û polîtîkaya qeyûman berxwedana xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê meşvan derketin rê û meşa xwe domandin. Tê payîn meşvan saet di 16.00’an de bigihîjin navenda Colemêrgê û daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî li dar bixin.