‘Meşa rêzgirtina ji vînê re’di roja 8’emîn de didome

Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de hatibû desteserkirin û li dijî desteserkirinê “Meşa rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin. Meş di roja 8’emîn de didome.

"MEŞA RÊZGIRTINA JI VÎNÊ RE"

Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatibû desteserkirin û li dijî desteserkirinê “Meşa rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin. Meş di roja 8’emîn de didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di roja 8’emîn de tevlî meşe bû.

Hatîmogûllari di meşa niha li Geliyê Zapê de didome de axivî û wiha got: “Di vê meşa me li dijî desteserkirinê daye destpêkirin de em dixwazin ku rêz ji vîna me re, ji mafê me yê bijartin û hilbijartinê re, ji qanûn û destûra bingehî re were girtin. Mixabin zîhniyeta qeyûmparêz nas nake û qeyûm tayîn dike. Li dijî vê feraseta darbeya siyasî dike, li her derê çalakî tên lidarxistin. Em li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rêzgirtina vîna xwe dimeşin. Rêzê ji bo hilbijêran û encamên sindoqan bigirin û hevserokên meclîsê nas bikin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan dîsa ketin rê.