KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Geverê 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn
Di çalakiyên gerîla de li Geverê 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Derb li wesayiteke polîsan hate xistin. -
Li Îranê 4 Kurd hatin darvekirin
Li Îranê roja Çarşemê ku herî kêm 29 kes hatin darvekirin, hate ragihandin ku 4 Kurd jî hatine darvekirin. Her wiha cezayê girtîgehê li jîngehparêzekî Kurd hate birîn. -
'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin, berdewam e'
Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkildarî duyemîn salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê got: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê nehatiye tepisandin, berdewam e, pêşengên vê şoreşê di zindanan de têdikoşin.” -
NPG'ê şervan û fermandarên li Girê Bahar û Sergelê pîroz kir
NPG'ê fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên Sergelê û Girê Baharê pîroz kir. NPG'ê bal kişand ser çalakiyên meha dawî û xistina du helîkopteran û hêza gerîla ji ber van çalakiyan pîroz kir. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi kesayetiya xwe ya fedaî a li eniyên berxwedanê derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bûn." -
Denîz Firat: Çîroka heqîqet û berxwedanê
Denîz Firat ku jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd, weke rojnamevaneke şoreşger hem li çiyê hem jî li kampan bi fedakarî û wêrekiyê têkoşiya. Denîz di her kêliya jiyanê de hewl da rastiyê ragihîne. -
Xelkê Mexmûrê li dijî biryara Iraqê ya girtina partiyan meşiya
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî biryara Iraqê ya girtina Tevgera Azadî, PADÊ’ê û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bi girseyî meşiyan. -
Li Osmaniyeyê 4 kesên ku govend gerandin, hatin girtin
4 kesên ku bi hinceta di dawetê de li ber strana Kurdî govend gerandine hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî girêdayî Duhokê barand, şewat derket
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Guherzê yê girêdayî Duhok ê Başûrê Kurdistanê barand û şewateke mezin derxist. -
Tulay Hatîmogûllari li Îdirê serdana cotkaran kirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Îdirê serdana cotkaran û bêrîvanan kir. -
HPG: Di çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê de 14 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê çalakî lidar xistin. Di encamê de 14 dagirker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn. -
KCK: Em girtina partiyan şermezar dikin, divê helwest bê nîşandan!
KCK'ê biryara hikumeta Iraqê ya ji bo girtina sê partiyan şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk helwestê nîşan bidin. -
'Hikumeta herêmê 30 sal in xizmetê ji armancên Tirkiyeyê re dike'
Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Herêma Germiyanê Şeyma Ednanê got: "Dewleta Tirk her roj sivîlan li herêmên Behdînan û gundên başûrê Kurdistanê dike armanc, bombebaran dike û bi her awayî dixwaze gelê Kurd ji nav bibe." -
PADÊ bang li Encûmena Dadweriyê kir
PADÊ ji encûmena dadweriyê xwest, biryara têkildarî wan di ber çavan re derbas bike û diyar kir ku ji bo betalkirina biryarê wê kar bikin. -
Kalkan: Faşîzm bi berxwedaneke radîkal û bi bandor dikare bê hilweşandin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, nêzîkatiya li tecrîda li Îmraliyê nîşaneya demokratbûyînê ye û destnîşan kir ku divê têkoşîneke hîn radîkal bê meşandin. Kalkan got, "Xeflet nabe, faşîzm tenê bi berxwedana çalak dikare bê têkbirin." -
Xelkê Mexmûrê hedefgirtina PADÊ şermezar kir
Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî Qirkirina Şengalê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku di salvegera komkujiya Şengalê de hedefgirtina PADÊ nîşan dide ku komplo berdewam dike. -
Hevserokê PADÊ ragihand ku ew ê li dijî biryara girtinê îtîraz bikin
Hevserokê PADÊ Huseyîn Haci diyar kir ku nabe partiyeke siyasî bêyî sedem were girtin û got ku ew ê heta dawî mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. -
MXDŞ: Biryar bêrêziya li hemberî Êzidiyan e, divê bê betalkirin
MXDŞ'ê biryara girtina PADÊ weke bêrêziya li hemberî civaka Êzidî nirxand û got, "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde. Hevkariya bi dewleta Tirk re wê belayên mezin bîne serê gelên Iraqê û wê Iraqê parçe bike." -
YBŞ'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YBŞ'ê ragihand ku şervanê wan Demhat Ereb di encama qezayekê de şehîd bûye. -
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê ji bo zarokan tûrnûvayê lidar bixe
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê “Tûrnûvaya Futbolê ya Zarokan a Stêrkên Amedê” lidar bixe. -
'Divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, helwesteke xurt bê nîşandan'
Mamosteyan têkildarî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk dan û gotin: “Ev dagirkeriya li ser axa başûrê Kurdistanê ne rewa ye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bêdeng nebin û helwesta xwe nîşan bidin.” -
Nasnameya 3 şehîdan hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya şehîdên Xakurkê eşkere kir û got: “Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn, bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê ku cewhera wê fedaîtî ye têkoşiyan.” -
Cenazeyê Şehîd Baran Xemlin li Wanê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Baran Xemlîn ê di 25’ê Tîrmehê de li herêma Herekolê şehîd bibû, li Wanê hat veşartin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê hişyarî da
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê yên li ser Şengalê hişyarî da û bang li hemû Êzidiyan kir ku nekevin xefika fitneyê. -
KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?
KONGRA GEL diyar kir ku ji ber xiyaneta PDK'ê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê derbasî asta herî bilind bûye û pirsa 'Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?' li hemû hêzan kir.