Hevserokên MXDŞ’ê: Divê mafê me yê xweparastin û birêvebirinê bê naskirin

Hevserokên MXDŞ'ê diyar kirin ku civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekemîne dibin xwedî hêza parastin û birevebirinê. Hevserokan xwest ku ev mafên wan ji aliyê dewleta Iraqê ve bên naskirin.

Di komxebata 10’emîn salvegera fermanê ya bi dirûşmeya “Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî” de peyam û bangên girîng hatin kirin. Di semînera dawî de Hevserokên Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo û Nayîf Şemo axivîn. Di vê semînerê de bi taybet naskirina vîna siyasî, civakî û parastinê ya Êzidiyan hate nirxandin. Hevserokan bangên girîng li Iraqê û saziyên navnetewî yên mafê mirovan kirin. Hevserok divê beşê de behsa mafên sereke yên Êzidiyan di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de kirin û dan zanîn daxwazên wan ne dijî destûra Iraqê ye û ji Iraqê xwestin, êdî vîna Êzidiyan nas bikin.

Destpêkê Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo axivî. Cîhan Celo dazanîn herkes li ser civaka Êzidî siyasetê dike û hewl dide ji bo xwe bikarbîne û wiha pêde çû: “Heya niha herkes vê civakê ji bo xwe bikartîne. Iraq qebûl bike qebûl neke, civaka Êzidî li ser vê erdnîgariyê dijî. Destûra Iraqê federal e. Iraq ji bo Rojhilata Navîn, Mûsil ji bo Iraqê û Şengal jî ji bo Nînowa mînak e. Divê mafê netewe û baweriyan li Iraqê hebe, lê di pratik de tiştek wisa nîne. Weke pêkhateyeke Iraqê em nikarin li gorî daxwazên xwe li ser vê axê bijîn.”

Cîhan Celo îşaret bi girîngiya Rêveberiya Xweser ji bo civaka Êzidî jî kir û got: “Meclîsa me destpêkê ji bo xwe rêxistinkirin û parastinê avabû. Her wiha ji bo pêşî li fermanan bigire, avabû. Rêveberiya Xweser a hatiye avakirin, bi hêz û pêşengiya jinan hatiye avakirin. Di dîroka me Êzidiyan de cara yekemîne hêzeke me ya parastinê tê avakirin. Di warê siyasî de jî xwe îfadekirina jin û daxwaza mafê civaka xwe kirin cara yekeme. Ev hemû jî ji saya Rêber Apo ye.

Em ê di 10’emîn salvegera fermanê de nebêjin ‘ax û of’, em ê ji bo mafê xwe têbikoşin. Mafê me yê xwerêvebirinê û parastinê heye, ev mafên me divê werin nasîn.”

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo jî da zanîn armanca fermanê tinekirina baweriya Êzdayetiyê bûye û got: “Armanc ne tenê birina çend keçên Êzidî an jî qetilkirina hinek ciwanên me bû, armanc tinekirina Êzdayetiyê bû. Çima dixwazin ola me tune bikin, ji ber em ola herî qedîmin. Netewa demokratîk ji bo azadiya gelên bindest hate avakirin. Ev jî li ser fikrê Rêber Apo ya ji bo azadiya bindestan bû, hate avakirin. Rêveberiya Xweser avabû û meclîsên herêman jî hatin avakirin. Di meclîsan de gel bixwe xwe rêve dibin, ji bo ji bindestiyê derbikevin. Ji bo koletî nemîne. Di sîstema me de ne koletî tê qebûlkirin ne jî axa têne qebûlkirin. Meclîsên Erebên Şengalê Rêveberiya Xweser qebûl dikin û di navê de cih digirin. Em jî bêyî ferq û cûdahî li herkesê dinêrin.”

Encamnameya komxebatê wê bi daxuyaniyekê bê eşekerekirin.