Li Amedê nivîsên Kurdî di bin kontrola polîsan de hatin jêbirin

Li Amedê komekê di bin parastina polîsan de nivîsên ‘’Hêdî’’ û ‘’Pêşî Peya’’ yên ku li ser rêya peyayan hatibûn nivîsandin, jê birin.

Li Amedê nivîsên ‘’Hêdî’’ û ‘’Pêşî Peya’’ yên ku li ser rêya peyayan hatibûn nivîsandin, hatin jêbirin. Hate zanîn ku di saet 03.21’an de wesayît û kamyonetek û erebeyeke polîsan hatine li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Kesê ku ji wesayita polîsan dadikeve, çek pê re hebûye û kontrola derbasbûna wesayîtên din kiriye. Her wiha 4 kes jî ji kamyonetê daketine û 2 ji wan çavdêriya derdorê kiriye û 2’yan jî bi firçe û boyaxê nivîsên ku ji bo hişyariyê li ser rêya peyanan hatibûn nivîsandin, jê birin.

Her wiha li Taxa Ofîs a girêdayî Yenîşehîr a Amedê jî li gelek cihan nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî hatine reşkirin.