Li pey xwe hêvî û têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate hişt

Nûda Garzan weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kiriye. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrat ji şopdarên xwe re hişt. Ew mîrat ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e.

ŞEHÎD NÛDA GARZAN

Şehîd Nûda Garzan (Kezîban Yilmaz) di salên ku li Kurdistanê serhildan pêk dihatin, sala 1993'an de li Bedlîsê di malbateke welatparêz de hat dinê. Malbata Nûda Garzan malbateke ku li hemberî zilma dewletê serî natewand û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Ji ber zextên dewletê neçar dimînin koçî Stenbolê bikin. Nûda Garzan a li Stenbolê di nava welatparêziyeke mezin de mezin bû. Evîna welat di dilê Nûda Garzan de şax berda bû. Nûda Garzan a ku Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd ji nêz ve nas kir, bi tevlîbûna xebatên ciwanan dest bi têkoşîna şoreşgerî kir. Nûda Garzan bi lehengî û biryardarî xebatên ciwanan meşand. Di sala 2014'an de dema şerê Rojava dijwar bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Nûda Garzan dîsa vegeriya welatê xwe ya ku berê ji ber zextên dijmin neçar mabû biterikîne. Helbet kesên ku bi darê zorê ji welatê xwe hatine derxistin wê vegera wan ne ji rêzê be. Nûda ya ku li çiyayên azad gerîla bû, ewilî perwerdeya şervanên nû dibîne. Paşê perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît. Gerîla Nûda Garzan di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist, tevlî xebatên pratîkî dibe. Nûda Garzan li eniyên herî pêş li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Her ku diçe xwe bêtir nas dike, xurtir û bedewtir dibe. Şehîdên weke Nûda di dîroka rizgariya Kurdistanê de kedên mezin dan.

Gerîla Nûda li Akademiya Şehîd Mahîr perwerde dît û bi vê perwerdeyê re gihişt asteke profesyonel. Bi salan li Metîna di nava gelek xebatan de cih girt. Gerîla Nûda Garzan bi şêwazê tîmên bitevger têkoşîna xwe bi awayekî çalak didomîne. Gerîlla Nûda li her qadên ku lê bû kedeke mezin da. Ji bo gerîla Nûda çûyîna Bakurê Kurdistanê û di eniyên herî dijwar de cih girtin, her tim armanca wê ya şoreşgerî bû. Gerîla Nûda ji bo Bakur digot, "Bakurê Kurdistanê cihê herî mezin ê welêt e, cihê ku dijmin herî lê derbên giran xwariye û herî zêde ji nedîtî ve hatiye.” Bakur beşa ku yekem car guleyên têkoşînê lê hatiye teqandin û jinûve vejiya ye. Ji ber vê yekê şerê li herêma Bakur a ku bi bîranînên gerîlayan tijî ye, ji bo her gerîlayekî gelekî watedar e.

DI NAVA ÇALAKIYÊN KU DERBÊN GIRAN LI DIJMIN HATIN XISTIN DE CIH GIRT

Gerîla Nûda jî bi hêzeke mezin gihişt armanca xwe û derbasî qûntarên çiyayên Katoyê bû. Di nava wan çiyayên bi heybet de, li bajarên dagirkirî yên welatê xwe û xelkên wî welatî yên di bin zilma dijmin de ne, mêze dikir û bi her awira xwe re sonda azadkirina Kurdistanê dixwar. Şehîd Nûda bi pisporî û ezmûna xwe ya di şer de bi awayekî çalak beşdarî şerê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bû û bi lehengî şer kir. Gerîla Nûda weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kir û di gelek çalakiyên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hatin xistin de cih girt. Di 30’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Elkê ya Şirnexê di encama xayinên ku agahî dane dijmin de, bi 3 hevrêyên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîd Nûda her cihê ku diçûyê wir weke ronahiya rojê ronî dikir. Şehîd Nûda bi hevrêyên xwe yên têkoşînê re hevrêtiyek rast meşand û weke jineke Kurd her tim li her derê helwesteke serbilindî û xurt nîşan da. Bi cesaret û fedakariya xwe, navê xwe li asmanên welatê xwe nivîsand. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê li Çiyayên Katoyê ji şopdarên xwe re mîrat hişt. Ew mîrat ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e.