Li Digurê şehîdên fermanê hatin bibîranîn

Gelê Êzidî bi meşeke girseyî ya li korîdora mirovahiyê ya li Digurê şehîdên fermanê bi bîr anî.

Gelê Êzidî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî fermanê her sal çalakiyên cuda li dar dixe. Bi pêşengiya Şaredariya Gel a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê, li korîdora mirovahiyê ya Digurê meşek girseyî hat lidarxistin.

Piştî meşê girse çû ser hewza mezin a li korîdora navbera Şengal û Rojava ye. Endama Meclîsa Xweser a Şengalê Vefa Feysel li vir axivî û diyar kir ku bi saya vê korîdorê ew ji fermanê rizgar bûne.

Endamê Meclisa Borikê Heyder Korkorkî jî ev tişt anî ziman: “Bi hezaran Êzidiyên wesayitên wan tine bûn, feqîr anjî benzîn peyda nekirin ji aliye Qiblet û herêmên din ên Şengalê bi meşê hatin vir. Heval jî  hatin, alîkariya dayik, xwişk, pîr û kalên me kirin. Gelek ji wan ji tîna ber mirinê bûn heval bi wan ve hatin, xwarin û vexwarin dan wan. Ev hewza avê ya vir jî gelek jiyan xilas kir û gelek kes av jê vexwarin. Em vê hewzê pîroz dibînin. Dema em hatin vir, heval gelek bi me re bûn alîkar. Dayîka min 90 salî bû, hevala dan pişta xwe heya gihandin gel seyareyekî.”

Endama Meclisa Jin Neam Şengalî diyar kir ku divê neyê jibîrkirin ku vê hewza avê jiyana bi hezaran kesî rizgar kir û got, “Kî vê rêyê ji bîr bike, xwe ji bîr dike. Divê ev hewza avê jî bibe semboleke Êzdayetiyê.”