BI DÎMEN

Merasîmeke meqam û stranên gelêrî yên Kurdî li Kerkûkê hat lidarxistin

Di merasîma meqam û stranên gelêrî yên resen ên Kurdî de, hunermendê mezin ê Kurd Elî Merdan hat bibîranîn.

Li Baxçeyê Şorçeyê li Kerkûkê bi beşdariya gelek hunermend, hunerhez, xelk û kesayetiyên bajêr, bi boneya 43’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê mezin ê Kurd û padîşahê meqaman Elî Merdan, merasîmeke meqam û stranên gelêrî yên resen ên Kurdî hat lidarxistin.

Di merasîmê de, hunermendên meqambêj ên Germiyanê Husên Qadir Keremî, Dawid Cêjwan û muzîkjen Hamid Jenyar gelek meqamên hunermendê mezin Elî Merdan stran.

‘TEKANE KES BÛ KU MEQAMÊN KURDÎ BI BELGE KIRIN’

Der barê Elî Merdan û hunera wî de, kesayetiyê Kakeyî û Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Yarsanên Kakeyî Mihemed Husên ji ANF’ê re axivî û got: “Mamoste Elî Merdan wek bavê meqamên Kurdî tê dîtin û tekane kes bû ku meqamên Kurdî bi belge kirin, bi noteyan nivîsîn û ji windabûnê parastin û kirin milkê Kurdan. Ev jî karekî mezin e ku meqam bi noteyê nivîsîne. Elî Merdan sê salan li gundê Elbu Sebahê dimîne da ku ji Xuley Omer fêrî meqama Elaweysî bibe. Hunermendên me yên mezin bi vî awayî li pey meqaman bûn.”

Her wiha Mihemed Husên Kakeyî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez hêvîdar im ku hunermendên me rêya mezinên xwe bigirin û xwe fêrî hunera meqaman bikin da ku ev berhem û çanda Kurdî winda nebin. Erka her Kurdekî ye ku mamoste Elî Merdan bi bîr bîne û şanaziyê pê bike. Elî Merdan meqamek li meqamên Kurdî zêde kiriye ku navê wê meqama Hîcranî ye, ev jî xizmeteke pir mezin e ji bo hunera Kurdî.”

Kesayetiyê Kakeyî Mihemed Husên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê her sal bibîranîna vî hunermendê mezin bê kirin da ku gelê me vî hunermendê mezin nas bike ku xizmeta huner û çanda Kurdî kiriye. Ji ber ku netewe tê wateya ax, ziman, huner û edebiyatê, ev in bingehên neteweyê. Em li cîhanê 40 milyon Kurd in, em netewe ne, edebiyat û folkloreke me ya pir mezin heye û em hêvî dikin ku em ê axa xwe jî bi dest bixin. Li gorî gotina mamoste Husên El-E’zmî, ku mezintirîn zanayê meqamên Iraqê ye, wî bi xwe digot, dergûşa meqamên Iraqê Kurdistan e.”

Her wiha çalakvan û organîzatorê merasîmê Hîwa Hesen jî ji ANF’ê re axivî û got: “Di salvegera koça dawî ya hunermendê mezin ê gelê me mamoste Elî Merdan de, me wek berpirsiyarên Baxçeyê Şorçeyê merasîmeke meqam û stranên resen ên Kurdî bi beşdariya gelek hunermendên Kerkûkê, Silêmaniyê û meqambêjên Germiyanê lidar xist. Îro me pêwîst dît ku em di salvegera vî hunermendê mezin de ji bo xizmeta hunerê vê merasîmê lidar bixin.”

‘ELÎ MERDAN DIBISTANA MEQAMAN BÛ’

Hîwa Hesen di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ew hunermendên ku di vê merasîmê de meqam û stranên resen ên Kurdî pêşkêş dikin, hemû berhemên hunermendê mezin ê Kurd Elî Merdan in. Diyar e ku Elî Merdan ne tenê ji bo Kerkûkiyan, lê belê ji bo hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê girîng e, ji ber ku ev hunermendê mezin li tevahiya Kurdistan û Iraqê dibistana meqamên Kurdî bû.”