Dagirker bombebarana li Başûrê Kurdistanê didomînin

Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Şemiyê gundên Endzê ya girêdayî Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Endamê Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kameran Osman ragihand ku duh bi şev saet 20:35’an de balefirên şer ên dewleta Tirk du caran Tengî Şilekî ya li gundê Endzê ser bi navçeya Sengeser ya Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

CPT’yê da zanîn ku ji ber bombebarana artêşa Tirk ya beriya du rojan, li gund şewatek mezin derketiye û nêzîkî ji sedan 15’yê daristan û puşên Baskî Kolke, Binge Gorî, Sixorê, Rezan û Hewa Nêlê yên ser bi gundê Endzê şewitine. Her wiha CPT’ê diyar kir ku hîna bi temamî jî şewat nehatiye kontrolkirin.

Di encama bombebaran de di ziyanên canî çênebûne, lê bi sedan darên bi temen ên li herêmê şewitîne û gelek mêş û selemêşên welatiyan pûç bûne.

GUND TÊN VALEKIRIN

PDK’ê heman rojê bi zorê gundên Mijî, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên herêma Ber Garê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê, vale kiribû.

Gundî ji bo biçin gundên xwe û pêdiviyên xwe yên esas bistînin, pir israr kirin. Lê belê rayedarên PDK’î ji gundiyan re gotin ku divê biçin ji dewleta Tirk a dagirker ‘destûr bistînin’, vê yekê bal kişand.