BI DÎMEN

Dewleta Tirk û PDK’ê zextê li gundiyan dikin ku gundên xwe vala bikin

Hate ragihandin ku dewleta Tirk û PDK’ê ji bo valakirina 4 gundên Başûrê Kurdistanê 9 saet dem daye welatiyan.

VALAKIRINA GUNDAN

Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî. Osman ragihand ku rayedarên PDK’yî yên herêma Amediyê zextê li welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên herêma Ber garê kiriye ku di navbera saet 08:00 û 17:00’an de serdana gundên xwe bikin û piştre gundên xwe bi temamî vala bikin û biçin cihên ku ji bo wan hatine diyarkirin.

Kameran Osman bi berdewamî got: “Welatiyên li çar gundên li herêma Ber Garê dijin, ji ber bombebaranên artêşa Tirk ên li ser gundên wan neçar mane ev demeke gundên xwe terk bikin û li Dêrelok û Duhokê bi cih bûn.”

Endamê CPT Kameran Osman diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker îro 9 saet destûr dane welatiyên li gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê ku biçin gundên xwe û tiştên xwe yên mayî kom bikin.

Her wiha endamê CPT’yê eşkere kir ku bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û artêşa Tirk îro destûr ji welatiyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên devera Ber Garê ya Amêdiyê dane ku dikarin di nava 9 saetan de serdana gundên xwe bikin, tiştên xwe yên mayî bar bikin. Her wiha ji bo welatiyên van gundan mêşên xwe yên hingivînê ji gund bibin 9 saet destûr dane wan.