BI DÎMEN

‘Di çavê dewleta Tirk de Kurd hemû dijmin in’

Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî operasyon û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker wiha got: “Di çavê Tirkan de hemû Kurd dijmin in, îro dora Başûr e, sibê dora hemû Kurdan e.”

Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk di hevpeyvîneke taybet a li gel ANF’ê de diyar kir ku dagirkerî li ser Kurdistanê ji aliyê dewletên cîran ve her tim hatiye meşandin û got : “Ji serdema Osmaniyan ve Tirkan her tim xwestiye gelê Kurd ji holê rakin û heta niha jî berdewam in. Ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hewla dagirkirina Kurdistanê hatiye dayîn, her wiha siyaseta Erebkirinê jî li ser gelê Kurd hatiye meşandin û divê her kesekî biexlaq li dijî van dagirkeriyan raweste. Di çavê dewleta Tirk de hemû Kurd dijmin in, eger îro dora başûrê Kurdistanê be ku neyarê xwe ye, dê sibê jî dora dostên wê be. Ji ber ku Kurd li ku dera dinyayê bin, Tirk wan wek dijminên xwe dibînin.”

Letîf Fatih Ferec derbarê têkoşîna gerîlayên azadiyê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê jî wiha got: “Gerîlayên azadiyê piştgirî û parastina me dikin, li hember artêşeke mezin a wek dewleta Tirk rawestiyane û em dibînin ku dronên wan ji nav dibin. Xelkê başûrê Kurdistanê bi rastî diviya di nav bajaran de piştgiriya wan bikira, her wiha hêzên siyasî jî diviya piştgiriya wan bikira. Diviya li navçeyên Amêdiyê, Akrê û Dihokê, xelk ji bo parastina mafên xwe û gundan derketina ser rêyan û xwepêşandan bikirina û bertekên xwe nîşan bidana, ji ber ku dewleta Tirk terorîzmê dike.”

Letîf Fatih Ferec dibêje ku siyaseta Tirkiyeyê ew e ku parêzgeriya Kerkûkê bide desthilata Kurdî û bi xwe jî parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dagir bike û got: “Tirkiye dibêje ku Efrîn, Mûsil û Kerkûk parêzgehên Tirkiyeyê yên 82, 83 û 84’an in. Xewna wê dagirkirin û jinavbirina gelê vê herêmê ye. Dixwaze dest dayne ser bîrên petrolê û peymanan binpê bike û bi xwe bibe xwediyê wan. Bi rastî ev yek tiştekî tirsnak e û bi baweriya min hikûmeta navendî jî li gorî tê xwestin bertek nîşanî Tirkiyeyê nedaye. Tirkiye dê tenê bi Başûr nesekine, plana wê ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê jî heye û gelek caran hewla danûstandinê li gel Beşar Esed da û wî jî li hember wê yekê ku 3000 koçberên Sûriyeyê vegerin axa xwe û herêma wan aram bibe, hinekî nermî nîşan da. Lê heta niha bi temamî li hev nekirine. Eger Tirkiye bigihîje van armancên xwe, wê karesateke tirsnak biqewime.”

Li ser helwesta gel û aliyên siyasî Letîf Fatih Ferec ev tişt anîn ziman: “Bi rastî helwesta gel ne qasî tê xwestin e. Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, çalakvan rojnamevan û aliyên siyasî helwesteke cidî nîşan bidaya, lê li gorî pêwîst nîşan nedan. Lê belê dîsa jî hemû gel bêdeng nemaye û gotina xwe tim kiriye. Lê aliyên siyasî gelek bêdeng û bêhelwest in.”