Şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne

Serdanên şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeyê serdana Nermîn Osman kir û tê payîn piştre serdanên xwe bidomîne.

Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de ji bo Başûrê Kurdistanê berdewame.

Di vê çarçoveyê de şande îro li Silêmaniyê serdana çalakvana siyasî Nermîn Osman kirin. Di serdanê de behsa pêşketin, bûyer û rewşa niya Başûr û Bakurê Kurdistanê hate kirin. Her wiha behsa girîngiya zadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Tê payîn serdanên şandeyê yên bi heman armancê dewam bikin.