BI DÎMEN

Komxebata 10’emîn salvegera fermanê ya ‘Edalet û Azadiyê’ destpê kir

Komxebata 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî de hat, bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî Edalet û Azadî’ bi tevlîbûna 200 kesên li welat û derveyî welat destpê kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê îsal ji hemû salan bihêztir pêşwazî li salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dike. Heya niha gelek komxebat û konferans li ser fermanê û armancên wê hatiye çêkirin. Komxebata îsal jî wê bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî’ tê lidarxistin.

Wê zêdeyî 200 kes bi awayeke rasterast û online ji Şengal, ji Kurdistanê û derveyî welat bi şêweyeke online tevlî komxebatê bibin.

Ji pêkhateya Ereb ya Şengalê û giştî Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî tevlîbûn ji komxebatê re çêbû. Bi taybet rewşenbîr, kesayet, siyasetmedar û akademîsyenên Iraqî jî tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de wê mijarên wekî, ‘Ferman çawa pêk hat, kî bûn sedem, armanca ji fermanê çibûn û kî rê li qirkirina Êzidî girtin’ werin destgirtin.

Di beşeke din de jî wê mijarên sereke yên wekî, ‘Ne naskirina Iraqê ya jenosîda Êzidiyan, sedemên wê, ne dadgehîkirina DAÎŞ’iyan û yên berpirsyariyên xwe yên parastina Êzidiyan bicîh ne anîn, ji bo civaka Êzidî edalet û azadî, hesap pirsîn’ were destgirtin.

Mijara herî girîng jî ya di 10’emîn salvegera fermanê de were destgirtin jî, daxwaza betalkirina peymana 9’ê Cotmehê, dadgehîkirina berpirsên fermanê DAÎŞ, PDK, berpirsên hêzên Iraqê yên li Şengalê, naskirina jenosîdê, qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye.

Axaftina vekirinê ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate kirin. Dexîl Îbrahîm ve hatekirin. Dexîl Îbrahîm xêrhatina hemû mêvanên hazir û bi online beşdar bibin kir û têkildarî armanca lidarxistina komxebatê axivî.

Komxebata bi moderetoriya Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl tê birêvebirin wê heya saet 16.00’an dewam bike.

Li gorî agahiyên koomîteya amadekar wê komxebat bi encamnameyekî bi dawî bibe. Komxebat bi peyamên sazî û rêxistinan û semînerên li nava hola komxebatê û online dewam dike.