BI DÎMEN

Berdevkê NÇH’ê: Seferberiyê bidin destpêkirin

Berdevkê Navenda Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê ya li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li dijî Başûr, PKK û YNK’ê ye, armanc dagirkirina giştî Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan dide domandin, bi sedsalane bi gelek rê û rêbazên cûda hewil daye ku navê Kurd û Kurdistanê ji dîrokê bide windakirin, lê bi berxwedan û têkoşîna Kurdan a efsanewî nekariye Kurdan tine bike. Dema mirov li dîroka Mala Barzanî ku qaşo bi Kurdayetî xwe bi nav dikin temaşe dike, dibîne ti hêz û desthilat nemaye ku pêre hevkarî nekirî. Mirov dikare bêje ev xiyaneta mala Barzan weke tiryakê lêhatiye yanî weke kesekî ku girêdayî madeyên hişber be û divê hertim wê bikar bîne. Xiyaneta mala Barzan jî ti carî xilas nebûye û her carê bi rêya vê xiyanetê serhildan û şoreşên Kurdan têk çûne, her wiha destkeftî û xakên Kurdan ji dest çûye.

Têkildarî vê dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya mala Barzanî re, Berdevkê Navenda Çand û Hunerê yê Rojhilatê Kurdistanê yê li Ewropa Hunermend Hemîd Urmiye ji ANF’ê re axivî û got: “Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin.”

‘GEL BÊ HELWESTE’

Hunermend Hemîd Urmiye bilêv kir ku dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi salane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û wiha peyîvî: “Gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê bi taybet yên li gundên ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de tên şehîdxistin, lê gel bê helweste. Di vî aliyî de berpirsyartiyek dîrokî dikeve li ser milê gelê Başûrê Kurdistanê ku bi taybet gelekî bi salên dirêj li himberî rejîmekî wek ya Baas li ber xwe daye.”

Hemînd anî ziman ku Erdogan dixwaze di desthilatdariya xwe de wekî dîrokekê ji bo xwe bafirîne û heta li ser desthilatê ye, Mîsaqê Millî pêk bîne û wiha pêde çû: “Li vê derê berpirsyatiya mezin dikeve li ser milê Hunermendên Kurd, bi taybet hunermendên welatparêz yên ku dilê wan ji bo doza azadiyê lê dide. Di vê rewşê de pêwîste helwestên xwe nîşan bidin û di nava hêzên siyasî yên Kurdistanê de bibin pirek, ji bo dawî li van gengeşeyên di nava hêz û aliyên siyasî de, bi taybet li Başûrê Kurdistanê di navbera PKK û PDK’ê de bîne. Hunermend wekî peyamekî rast û pake ji bo gelên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bêyî cûdahî ye. Mirov dikare bêje her hunermendekî Kurd herî kêm bîst kes stiranên wan guhdar dikin û jê bandor dibin, dema di vê rewşê de hunermendên Kurd bêdeng dibin mirov normal dibîne ku gel jî bêdeng be. Ji bo vê ez dibêjim ji niha ve erkekî dîrokî dikeve li ser hemû hunermendên Kurd, lê ne tenê hûnermend, mamostayên olî, helbelbestvan, sînamevan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, yanî dikeve li ser milê hemû beşên civakê yên li Kurdistanê. Bi rastî yê ku xwedî li hevdû derbikeve dîsa em bixwe ne.”

Hunermend Hemîd Urmiye di dewiya axaftinên xwe de bi bîrxist ku pêwîste ew wek Kurd vê yekê bizanibin ku mebesta dewleta Tirk ne tenê Başûre, PKK û YNK ye, armanc dagirkirina giştî Kurdistanê ye. Bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku helwestên xwe bi xwepêşandanên netewî nîşan bidin. Her wiha diyar kir ku divê hunermed jî xwe weke mertalên zindî bidin pêş û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em hunermend hemû bi hev re biryarekê bidin ku seferberiyekê li Başûrê Kurdistanê bidin destpêkirin, em daxwaz li hêz û aliyên siyasî bikin ku dawî li hevkariya bi dagirkerên Tirk re bînin.”