Tevgera Goran: Piştgirîdayina dagirkeriya Tirk xiyanet e

Tevgera Goran li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev tişt anî ziman: "Her aliyek li Iraq û Kurdistanê piştgirî yan jî hevkariya êrîşa dewleta Tirk a dagirker bike, ev weke xiyaneteke neteweyî tê dîtin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê berdewam dikin.

Tevgera Goran derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bombebarana gundên di nava sînorên Rêveberiya Soranê de daxuyanî da.

'DIVÊ LEŞKERÊN DAGIRKER PAŞVE VEKIŞIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em êrîş û dagirkeriya rejîma Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybet li sînorê îdareya serbixwe ya Soran di nav de Biradost, Çoman û Rewanduzê şermezar dikin. Parastina sînor, xak û asîmanê Herêma Kurdistanê erkê hikûmeta Federal û hikûmeta Herêma Kurdistanêye, divê bi erkê xwe rabin û rê li leşkerên dagirker ên Tirk bigirin.

Em bang li Nûnertiya NY’ê ya li Iraqê, konsol, nunerên welatên piştgiriya gelê Kurd dikin, Civata Nûneran, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikîn ku helwestê nîşan bidin. Bi erkê xwe rabin û li dijî leşkerkêşan û dagirkeriya dewleta Tirk tedbîrên pêwîst bigirin, da ku serweriya xaka Herêma Kurdistanê neyê binpêkirin, yasayên navdewletî neyên binpêkirin, welatiyên me şehîd û birîndar nebin, gund neyên valakirin û zeviyên xelkê neyên şewitandin.

Her aliyek li Iraq û Kurdistanê hevsozî yan jî hevkariya êrîşa Tirkiyê bike, weke xiyanetek neteweyî tê dîtin.”