BI DÎMEN

‘Armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurd û Kurdistanê ye’

Nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê zêde dibin û têkildarî vê yekê mamoste dibêjin: “Divê meseleya netewe û welat berî her tiştî be û divê em bi hev re li dijî dagirkeriyê rawestin.”

Dewleta Tirk a qirker û dagirker êrîş û komkujiyên xwe didomîne û heta niha desthilatdarên başûrê Kurdistanê û desthilatdarên Iraqê tu helwestek nîşan nedane. Mamoste Saman Tahir û Behadin Ebdul derheqê vê yekê de ji ANF’ê re axivîn.

Mamoste Saman Tahir diyar kir ku dûr ji fikira partî û alîgiriyê, divê xema neteweya me berî her tiştî be û got: “Ji bo operasyonên Tirkiyeyê divê em vegerin ser rehên wê yên dîrokî ku dixwaze Mîsaqî Milî pêk bîne. Tirkiyeya nû bi gelek rêyan hewl dide vê yekê bike, bi rêya çandî û aborî û niha jî bi hêza leşkerî hatiye herêmê, armanca wê ew e ku Wîlayeta Mûsilê vegerîne bin desthilatdariya xwe. Em wek Kurd divê em li ber xwe bidin li ser vê axê ku em lê dijîn, armanca dagirkerên Kurdistanê ew e ku Kurd û Kurdistanê tune bikin, lewma divê em hemû bi hev re li dijî van operasyon û vê dagirkeriyê rawestin.”

Di dawiya axaftina xwe de mamoste Saman Tahir bal kişand ser wê yekê ku divê hevdengî hebe ji bo têkoşîna li dijî hemû operasyon û dagirkeriyên li ser axa başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dibe ku çekên me yên pêşketî û dronên me tune bin, lê em dikarin nebin hevkarên dagirkeran ji bo dagirkirina welatê xwe.”

Mamoste Behadin Ebdul da zanîn ku dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker bûye metirsî li ser statuya başûrê Kurdistanê û got: “Binpêkirina ax û dubarebûna karesatên dîrokî statuya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê, ne daxwazî û xwepêşandanên gel ku mafên rewa ne. Bi ya min divê rewşenbîrên li Herêma Kurdistanê wek nûnerên gel bi her du partiyên desthilatdar û Bexdayê re kom bibin. Ji ber ku Tirkiye hêzeke navneteweyî ye, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê sînorekî jê re daynin, sînorên me tên binpêkirin û gund û baxçeyên me tên şewitandin.”