Rojnamevan Alî Îbrahîm jiyana xwe ji dest da

Kedkarê çapemeniya azad Alî Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Elî Îbrahîm ku di gelek ragihandinên cûda yên Şengalê û ragihandina azad de jî cih girt, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Elî Îbrahîm ku ji ber nexweşiyê sê roj bû li nexweşxaneyeke Dihokê hatibû razanadin, îro di saetên sibehê de ji ber nexweşiya xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Elî Îbrahîm ji dema fermana 2014’an heya niha di gelek dezgehên ragihandinê yên Şengalê de kar û xebat meşandiye. Elî Îbrahîm 5 sal li radyoya Çira FM, paşê derbasê Êzidî24 û herî dawî nûçegihaniya Zêwa News’ê dikir.

Cenazeyê Elî Îbrahîm îro ji aliyê malbata wî ve ji Dihokê derbasî Şengalê hate kirin. Destpêkê cenaze birin mala wî li gundê Kolka ya Serdeşta Çiyayê Şengalê û paşê bi awayeke girseyî derbasê goristana Şebiqasim bûn û veşartin.

Ji bo Alî Îbrahîm konê sersaxiyê li ber mala wî ya Kolkayê hatiye vedan û wê serdan 3 roj werin qebûlkirin.