KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qurbaniyên Sikêniyê hatin bîranîn
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera Komkujiya Nexweşxaneya Sikêniye de, şehîd bi bîr anîn. -
Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker
Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rehetî tevbigere, polîtîkayên PDK’ê û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye. ANF; Xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
ÎHD û xizmên windayan ji bo Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em soz didin ku bîranîna hevrê Erdal bidin jiyîn, armancên wî bi ser bixînin û gerîlatiya profesyonel pêk bînin ku ev yek xwesteka wî ya herî mezin bû.” -
KCK: Hikûmeta Iraqê divê nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk
Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebe hevkarê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk û divê girîngî bide têkîliyên dostane yên ku berjewendiyên gelên Iraqê esas digire. -
Femandar Berwar Dêrsim şehîd bû
HPG’ê ragihand ku Fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û Endama Konseya Rêvebir a HPG û YJA Starê Berwar Dêrsim bi qehremanî şer kir û şehîd bû. -
‘Fermana 14’ê Tîrmehê bû pêngava 15’ê Tebaxê’
Gerîla Orhan Lotos diyar kir ku Fermandar Egîd bi Pêngava 15’ê Tebaxê fermana 14’ê Tîrmehê pêk anî û got, “Bê guman pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe ber derneket; bi ked û berxwedana 14’ê Tîrmehê ev pêvajo destpê kir.” -
Gelek çalakvan, akademîsyen û rêxistinên sivîl li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kirin
Gelek çalakvan, akademîsyen û rêxistinên sivîl bang li civaka navneteweyî kirin ku dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin. -
'Li dijî dagirkerî û xiyanetê em şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin!'
Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Bi guleya destpêkê dîwarê tirsê hilweşiya! Rêber Apo dara hişkbûyî ji nû ve şîn kir." Devrîm, li dijî dagirkerî û îxanetê banga mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî kir. -
MAK’ê li gelek bajaran ji bo 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin
Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), ragihan ku bi armanca silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li Amed, Colemêrg, Dîlok, Êlih û Sêrtê çalakî lidar xistine. -
Ji Milîsên Jin ên Agir û Rojê çalakiyên 15'ê Tebaxê
Milîsên Jin ên Agir û Rojê li Wan û Geverê bi çalakiyan 15'ê Tebaxê pîroz kirin. -
Ji gerîla pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. -
HPG: Bi berxwedana xwe ya esîl wê timî ji me re bibin rêber
HPG'ê diyar kir ku Endamê Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan şehîd bûne û got, "Bi berxwedana xwe ya esîl wê timî ji me re bibin rêber." -
Ji KCK'ê peyama sersaxiyê ya ji bo Ekîncî û Aktaş
KCK'ê ji bo Dr. Tarik Ziya Ekîncî û Alî Şukran Aktaş peyama sersaxiyê weşand û got, "Em herdu rewşenbîr, welatparêz û mirovên têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin." -
Xelkê Colemêrgê: Sedema krîza aboriyê desthilatdariya AKP'ê ye
Şêniyên Colemêrgê bal kişandin ser bandora giran a krîza aboriyê ya li bajarên Kurdistanê û destnîşan kirin ku sedema vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê ye. -
Dewleta Tirk a dagirker Biradostê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost a Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. -
Jinên li Kelarê: Em ê bi hemû hêza xwe li dijî qanûna medenî rawestin
Endamên Navenda Hevbeş a Saziyên Jinan ên Germiyanê li dijî qanûna sererastkirina rewşa medenî wiha gotin: “Me biryar daye ku em bi hemû hêza xwe li dijî vê rewşa nemirovane rawestin.” -
Rêveberiya Xweser a Şengalê cejna Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Pêngava 15’ê Tebaxê bûye sedem ku Êzidî ji qirkirinê rizgar bibin.” -
Seyît Evran û 'Sira Çiyê'
Pirtûka Seyît Evran a bi navê "Sira Çiyê" jiyana rojane û ruhê têkoşînê yê gerîlayên Azadiya Kurd bi kurahî digire dest û bi vê yekê re pêşdarkirineke bi bandor a şer û hevgirtinê nîşan dide. -
Li Serêkaniyê û Amedê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê -NÛ BÛ
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, ciwanan salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li 40 deverên cuda bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Li Amedê jî salvegera pêngavê bi fîşekên hewayî hate pîrozkirin. -
Zozan Çewlik: Pêngava 15'ê Tebaxê şoreşeke civakî pêk anî
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna jin û gelê Kurd de pêvajoyeke nû da destpêkirin û got, "Piştî pêngavê di şexsê jin û ciwanan de şoreşeke civakî pêk hat." -
Em ê nîşanî her kesî bidin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk naçin!
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê peyamek weşand û got, "Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nîşanî her kesî dan ku têk naçin." -
YBŞ'ê Mam Zekî û cangoriyên Tebaxê bi bîr anî
Fermandariya YBŞ'ê di şexsê Mam Zekî Şengalî de hemû cangoriyên meha Tebaxê bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna wan a 10 salan nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan têkoşîna wan mezin dike û dibe sedema sitûna yekîtiya gel. -
Di encama êrîşên Tirkiye û Îranê de 425 kes hatin qetilkirin
Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê ku navbera salên 1991 û 2024’an de 425 kes hatine qetilkirin û zêdeuî 170 gund hatine valakirin. -
Ji girtiyên PKK û PAJK’ê peyama 15’ê Tebaxê
Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û ev bang kirin, “Em ê li ser şopa hevrê Egîd bimeşin û pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serketinê tacîdar bikin.”