Ji KCK'ê peyama sersaxiyê ya ji bo Ekîncî û Aktaş

KCK'ê ji bo Dr. Tarik Ziya Ekîncî û Alî Şukran Aktaş peyama sersaxiyê weşand û got, "Em herdu rewşenbîr, welatparêz û mirovên têkoşînê bi rêzdarî bi bîr tînin."

PEYAMA SERSAXIYÊ

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Em bi xemgînî pê hesiyan ku du welatparêzên hêja Yên gelê Kurd û têkoşer Dr. Tarik Ziya Ekîncî û Alî Şukran Aktaş li pey hev jiyana xwe ji dest dan. Di serî de malbat û xizmên wan bila serê gelê Kurd sax be.

Herdu mirovên têkoşer ên hêja tevkariyeke mezin li têkoşîna azadî û demokrasiyê kirin, lewma jidestdana wan ji bo me û gelê me bûye cihê xemgîniyê. Dr. Tarik Ziya Ekîncî hem êşên giran ên gelê Kurd hem jî berxwedana li dijî înkar, asîmîlasyon û qirkirinê dît û bi xwe jî tevlî nava vê têkoşînê bû. Lewma bû hiş û bîra têkoşîna gelê Kurd. Weke mirovekî têkoşer û rewşenbîr, ji bo zanekirina gelê Kurd û pêşvebirina hestên welatparêziyê gelekî ked û hewl da. Tevkariyên girîng li pêşvebirina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk kir. Alî Şukran Aktaş jî mirovekî têkoşer ê hêja bû. Li ser banga Rêber Apo hat Tirkiyeyê û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebitî. Li ser vê bingehê, bi karê xwe tevkariyeke girîng kir ku gel nêzî hev bibin, piştevaniya navbera gelan, hesta jiyana bi hev re xurt bibe. Di vî karê xwe de jî encamên girîng bi dest xist.

Em van herdu rewşenbîr, welatparêz û têkoşerên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin. Herduyan tevkariyên hêja li têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê kirin. Em ê vê têkoşîna ku wan kedeke mezin meşandin, bi pêş ve bibin û bi ser bixînin. Em careke din sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin."