BI DÎMEN

Zozan Çewlik: Pêngava 15'ê Tebaxê şoreşeke civakî pêk anî

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna jin û gelê Kurd de pêvajoyeke nû da destpêkirin û got, "Piştî pêngavê di şexsê jin û ciwanan de şoreşeke civakî pêk hat."

PEYAMA JI BO 15'Ê TEBAXÊ

Peyama Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik a ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Stêrk TV hate weşandin.

Nirxandina Zozan Çewlik bi vî rengî ye:

"Ji qadên berxwedanê yên çiyayê Kurdistanê, bi navê hêzên berxwedanê HPG û YJA Starê 40'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi dil û can li Rêber Apo û dîlên azadiyê pîroz dikim. Silav û hezkirinên xwe yên bêdawî ji bo Rêber Apo dibêjin. Pênava 15'ê Tebaxê li gelê Kurd ê berxwedêr û welatparêz, li tevahiya gelên herêmê, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê û dostên gelê Kurd pîroz dikin. Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de vejînbûyîn e. Xwedîderketina li nasnameya xwe ya azadiyê ye. Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna azadiya jinê de bû bingehek. Di bingeha têkoşîna azadiyê de bû bingeha şoreşa jin û jiyanê. Bi xwe re nasnameya têkoşîna azadiya jinê afirand, dîroka azadiyê ji nû ve nivîsand di şexsê jinên Kurd de. Di şexsê jina Kurd de şoreşa civakê ye. Şoreşa fikrî ye û şoreşeke ku îro îlhamê dide jinên bindest hemûyan. Pêngava 15'ê Tebaxê feraseta xweparastinê ji bo gelê Kurd afirand, di heman demê de xweparastina jinê jî bû bingehek. Ji xwe weke hêzên YJA Starê li ser vê bingehê me li hemû parçeyên Kurdistanê weke hêzên parastina jinê xwe bi rêxistin kirine. Bingeha têkoşîna me ya dîrokî xwe dispêre vê xetê. Bi vê wesîleyê em Pêngava 15'ê Tebaxê bi taybetî li dayikên şehîdan, dayikên welatparêz, dayikên berxwedêr û tevahiya jinên azadîxwaz pîroz dikin û serketinê dixwazin.

Fermandarê me hevrê Egîd pêşengî ji Pêngava 15'ê Tebaxê re kir. Em fermandarê xwe yê efsanewî, pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrêyê xwe Egîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Egîd de tevahiya şehîdên şoreşê xwe bi hurmet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Bi wesîleya vê rojê em careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re, li pêşberî tevahiya keda şehîdan bi soza serketinê dubare dikin. Erk û berpirsyariya dikeve ser milê me em ê ji her demê bêhtir li hember nirxên têkoşîna azadiyê ji bo serketinê bi cih bînin. Em ê dilsoziya xwe û hevrêtiya xwe ya rast bi serxistina têkoşînê diyar bikin.

Weke ku tê zanîn Pêngava 15'ê Tebaxê di sala 1984'an de pêk hat, 40 sal li pey xwe hişt. Beriya pêngavê rewşa gelê me yê li Kurdistanê li holê bû, dijmin siyaseta qirkirinê dimeşand. Pêngav serîhildana li hemberî van êrişan û teslîmiyetê bû. Jinûve nivîsandina dîroka têkoşînê ya gelê Kurd bû. Di nava 40 salan de pêngavê kir ku ruhê neteweyî, nasnameya neteweyî bê afirandin, gelê Kurd xwedî li çand û zimanê xwe derkeve. Di heman demê de ji bo parastina gelê Kurd û xaka wan bi roleke dîrokî rabû. Em îro li ser vê bingehê têkoşîna xwe dimeşînin. Em dikarin bibêjin ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd, di dîroka jinê de pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Pêngavê nasnameya azad a gelê Kurd, îradeya gelê Kurd derxiste holê, kir ku bi moral û wêrekiyeke mezin xwedî li nasname û nirxên xwe derkeve. Bêguman piştî pêngavê bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de şoreşeke civakî pêk hat. Vê têkoşîna ku heta niha jî dewam dike mîrateyeke gelekî mezin afirand. Me berdêlên giran û mezin dan. Bi fedakariyên mezin gihîştin vê astê, lewma em minetdarê Rêber Apo û şehîdan e. Bi milyonan mirov xwedî li vê têkoşînê derketin, berdêl dan, lê belê ti carî teslîm nebûn, serî netewandin. Li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi fikrên Rêber Apo û têkoşîna me îradeya azad hate afirandin.

Têkoşîna me îro li Kurdistanê li hemû parçeyan ruhê neteweya demokratîk afirand.. Ev yek encama berdêl û kedê ye. Di pêvajoya heyî de bi destê hêzên emperyalîst li Kurdistanê û Rojhilata Navîn şerek tê meşandin. Haya her kesî ji vê rastiyê heye, ne pirsgirêka Kurdan ne jî ya gelên bindest bi şer, krîz û tinekirinê çareser nabe.

Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilat Navîn û Cîhanê ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin. Çareseriya ku Rêber Apo ji bo gelên bindest destnîşan dike, çareseriya biratiya gelan, çareseriya ruhê demokrasiyê ye, xwe dispêre tevahiya çand, ziman û dewlemendiyan, îradeya mirovan. Rêber Apo di nava vê ahengiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwedî rê û rêbaz e. Lê mixabin hem li Kurdistanê hem jî li herêmê hêzên desthilatdar ti carî naxwazin gel vê xetê ji xwe re bikin esas. Berevajî vê yekê li hemberî gelan, li hemberî nasnameyan şer gurtir dikin. Şer kûrtir dikin. Em bala xwe bidin ser Rojhilata Navîn. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li herêmê tê meşandin, herî zêde li ser armanca tinekirina nasnameya gelan tê meşandin. Krîz û kaosa li Rojhilata Navîn û Cîhanê encama siyaseta şer, komkujî, talan û qirkirinê ye. Hemû hêzên desthilatdar vê siyasetê hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn dimeşînin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro li Rojhilata Navîn bi vê siyasetê tê meşandin. Em bala xwe bidin ser; li aliyekî dewleta Îsraîlê bi hêza ji NATO û dewletên emperyal wergirtî siyaseta qirkirinê li ser gelê qedîm ê Fîlîstînê dide meşandin. Li ber çavên tevahiya dewletên Ereban, cîhanê bi vê siyasetê şer gurtir dike. Her wiha em mêze bikin, li aliyekî siyonîzm bi destê Îsraîlê êrişî gelan dike, lê li aliyê din jî salên dirêj bi destê dewleta faşîst di serî de li hemberî gelê Kurd siyaseta şer, qirkirin û talanê ji xwe re dike esas. Yek ji dewletên ku vî şerî gur dike, dewleta faşîst a Tirkiyeyê ye. Gelek hêzên nava NATO'yê ji aliyekî ve piştgiriyê didin Îsraîlê û li aliyekî jî piştgiriyê didin dewleta Tirk a faşîst ku vî şerî gurtir bikin. Ev dihêle ku li nava civaka Kurd, Ereb, Fars hemû gelên bindest krîz û felaketên nû rû bidin. Îro li herêmê ev siyaset tê meşandin. Li hemberî vê siyasetê bêguman çareseriya bingehîn fikrê Rêber Apo ye, perspektîfên Rêber Apo ye. Perspektîfên Rêber Apo bi xwe re çareseriya gelan diafirîne. Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoyê de bi taybetî gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê zanibin ku ya bi tevahiya gelan bide jiyankirin perspektîfên Rêber Apo ne. Siyaseta Rêber Apo ye. Gel bi vî rengî dema yekîtiya xwe ava kir, wê pêşî li krîz û kaosê bigirin. Di rastiya gelan de yekane çareserî ev e. Di serî de gelê Kurd û tevahiya gelê herêmê zûtir vê rastiyê bibînin û li hember vê yekê yekîtiya xwe pêk bîne û têkoşîna xwe bidin meşandin.

Me got, yek ji şerê herî giran li Kurdistanê tê meşandin. Weke tê zanîn, di têkoşîna xwe de me saleke gelekî girîng li pey xwe hişt. Bi pêşengiya Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê, her wiha bi pêşengiya gelê me yê welatparêz, jin û ciwanan û gelek kesên azadîxwaz di vê pêvajoyê de li dijî siyaseta qirkirinê em di nava berxwedanê de ne. Ji ber ku xeta Rêber Apo îro bûye navendek. Ev xet li hemberî vê siyasetê li ber xwe de ye. Li gel vê yekê îro li ser Serokatî, li ser gelê me, li ser tevgera me, li ser gelên azadîxwaz û jinên azadîxwaz êrişeke ji her alî ve heye, êrişeke topyekûn heye. Bila her kes zanibe, her çend ev hêz xwe xurt nîşan bide jî di nava vê krîz û kaosê de derfet ji bo gelan heye ku eger rê û rêbazên têkoşînê, tifaqê hebin, em dikarin vê siyaseta şer têk bibin. Em vê tecrûbeyê ji dîroka xwe jî werdigirin. Em pir dûr neçin. Di sala 2024'an de gelê Bakurê Kurdistanê, her wiha niha li tevahiya Kurdistanê berxwedaneke pir mezin heye, lê ya herî berçav; yekîtiya gelê Kurd, sekna gelê Kurd, berxwedana jin, ciwanan, her wiha bi sekneke ku gavê paşve neavêje xwe bi rêxistin dike, di hilbijartina 2024'an de li Wanê yekîtiya gelan, sekna gelê Kurd, sekna jin û ciwanên Kurd nîşan da ku hêzeke xwe ewqasî mezin nîşan dide çawa winda dike. Ev yek li ber çavê her kesî bû. Her wiha di xeta parastinê de jî îro ruhê li Zapê hate nîşandan, li hemberî hêz û teknîka NATO'yê, li hemberî hêza tifaqa qirêj, serketin û hêza xwe nîşan da. Niha li hemberî vê, ev jî derdikeve holê; ku xuya ye xeta Pêngava 15'ê Tebaxê û xeta xweparastinê, ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ruhê Zapê ye. Ji ber ku ruhê têkoşîna li Zapê ruhê baweriya ji xwe ye ku dijmin têk bibe. Bingeha têkoşîna xwe xurt e, tecrûbeyên xwe xurt e. Li ser vê bingehê têkoşînê îro ne tenê li ser hêzên dewleta Tirkiyeyê dike, li hemberî hêzên NATO'yê dike. Em vê rastiyê îro dibînin. Di sala 2024'an de têkoşîna me jî, êrişên li dijî me jî ketine asteke nû. Îro bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê sala 2024'an ketiye asteke nû.

Salên dûr û dirêj e ku hêzên parastina Kurdistanê, bi hêza parastina xeta têkoşîna azadiya jinê di sedsala 21'ê de gerîlatiya demê di asta herî bi pispor de dide meşandin. Ev yek bêguman bi xeta fermandarê me hevrê Egîd, bi xeta hevrê Zîlan tê meşandin. Gerîlayên Kurdistanê bi vê tecrûbeya li ser vê bingehê dîrokê dinivîsînin. Di heman demê de nîşan dide ku li bin nakeve. Di bin êrişên topyekûn de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne tenê xeta xwe ya parastinê, bi rêbazên taktîkî dide meşandin. Berevajî wê îro gerîlayên Kurdistanê şer û rêbazên xwe jî derbasî qonaxeke nû kirine. Li hemberî hêz û teknîka NATO'yê hem xwe diparêze, hem jî derbên giran li dijmin dixin. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku di asta hewayî de jî di asta teknîkê de jî gerîlayên Kurdistanê bi derfetên xwe, bi zanista xwe ya şer gaveke pir serketî avêtiye. Bi hêza xwe ya bejahî û hewayî îro li hemberî dagirkeriyê şer dike. Pêwîste li hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî hêzên parastinê bi vî ruhî, vê sekn û baweriyê li hemberî êrişên dagirkeriyê bi rola xwe ya dîrokî rabin û êrişan têk bibin.

Di nava 10 salên dawî de bênavber em di nava şerekî de ne. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê niha bûye navenda vî şerî. Di vî şerî de du xet hene, ku yek jê hêzên parastina Kurdistanê ye û paradîgmaya azadiya gelan diparêze. Yek jî xeta înkar û îmhayê ye ku li ser gelê Kurd û gelan ferz dike. Ev xet jî di şexsê dewleta Tirk û hêzên hevalbendên wê şênber bûye. Şer di navbera van herdu xetan de tê kirin. Divê li hemberî vê yekê gelê Kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd xwedî helwest bin. Belê siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd cara yekemîn em bi dewleta Tirkiyeyê re rû bi rû nemane. Sed sal in ev siyaseta qirkirinê tê meşandin, ku li Kurdistanê her kes pê zane. Tenê mirovekî Kurdbûna xwe înkar bike dibe ku bi vê siyasetê nizanibe. Lê belê tevahiya gelê Kurd, civaka Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê bi vê siyaseta qirkirinê ya komara Tirkiyeyê baş zane. Baş zane ku bê çi aniye serê me Kurdan. Her wiha em baş zanin bê niha jî armanca xwe çi ye. Dema dawî plan dike, her wiha hewl dide ku êrişî Rojava jî bike, xwe li Rojava bide bicihkirin. Heman demê salên dawiyê êrişî qadên Başûr dike. Niha dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Niha herî zêde şer li vê herêmê tê kirin. Yê ku niha herî zêde li hemberî vê xetê disekine gerîlayên Kurdistanê ye. Li aliyê din xeta hevkarî, nokerî û xiyanetê di şexsê PDK'ê de şênber dibe. Di vê pêvajoyê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, her kes xwedî li statuya xwe derdikeve, dixwaze çand û zimanê xwe serwer bike, mixabin PDK'ê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê tercîha xwe ne li aliyê yekîtiya gelê Kurd re kiriye. Em ketine pêvajoyeke nû, şer ketiye pêvajoyeke nû. Siyaseta qirkirinê ketiye pêvajoyeke nû. Mixabin Rêveberiya PDK'ê ji bo xeta Rêber Apo têk bibe, xeta parastina Kurdistanê têk bibe tercîha xwe li aliyê dewleta Tirk a faşîst, li aliyê siyaseta qirkirina gelê Kurd kiriye. Ne tenê li gel cih digire, di heman demê de di nava wê tifaqê de ye, di nava wê siyasetê de ye. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê divê vê yekê qebûl neke. Di nava vê siyasetê de ye, êrişan dike. Di sala 2024'an de gaveke din wêdetir çû, niha li hemberî gerîlayên Kurdistanê ku dîrokê dinivîsîne, tevlî nava şerê qirkirina gelê Kurd bûye. Ev mijareke pir cidî ye. Êdî nêta PDK'ê jî Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî sala 2024'an bêhtir şênber bû. PDK ne tenê hevkariyê bi dagirkeriyê re dike, di heman demê de siyaseteke qaleş dike. Tişta ku niha li hemberî hêzên parastina gel dike çi ye? Qaleştî ye. PDK'ê derî li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê vekir. Eger gelê Başûrê Kurdistanê li ber vê nesekine wê Başûrê Kurdistanê bi vê winda bike. PDK'ê bi vê siyaseta xwe, nêta xwe jî, xeta xwe jî eşkere kir. Êdî PDK nikare bibêje ku ew destketiyên gelê Kurd diparêze. Divê ji niha û pê ve Kurdîtiyê nexe devê xwe. Siyaseta vê neke. Ji ber ku niha tiştê dike ew e ku cihê xwe di nava siyaseta qirkirin û dagirkeriyê de digire. Di sala 2024'an de divê êdî her kes rastiya PDK'ê zanibe. Di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê tevahiya gelê Kurd vê xeteriyê bibîne. Ev dagirkerî ne tenê li ser gelê Kurd e, di heman demê de li ser gelê Ereb û gelê herêmê tê meşandin. Li hemberî vê yekê divê em ji her demê bêhtir bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê, bi armancên Pêngava 15'ê Tebaxê tevbigerin. Weke gerîlayên parastina Kurdistanê erk û berpirsyariyên dikevin ser milê me em ê pêk bînin.

Herî dawî dixwazim vê bibêjim. Şerê qirkirinê yê 25 salên dawî tê meşandin, bi taybetî jî 10 salên dawî tê meşandin, bi esasî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Weke gerîlayên HPG, YJA Star û milîtanên xeta Rêber Apo, rewşa Rêber Apo ji bo me mijara esasî ye. Siyaseta ku niha li hemberî Rêber Apo tê meşandin, bi qasî ku gelê me û jinan dixe nava fikaran, herî zêde me dixe nava fikaran. Bila dewlet Tirkiyeyê vê zanibe; tenduristî û ewlehiya Serokatî di nava xeteriyeke cidî de ye. Haya me ji vê heye. Lê bila dewleta Tirk vê zanibe; eger tiştek bi Serok Apo were, di serî de milîtanên YJA Starê her wiha milîtanên HPG'ê û tevahiya jin û ciwan ên azadîxwaz wê Tirkiyeyê li holê nehêlin. Divê dewleta Tirkiyeyê vê pir baş hesab bike. Bi kes bi siyaseta 'Me ewqas gerîla îmha kir, ewqas tasfiye kir, me kilît kir, me ewqas dagir kir' bawer neke, guhdarî neke. Divê dewleta Tirkiyeyê baş hesabê vê bike. Wê demê dewleta Tirkiyeyê wê nikaribe ji binê vê siyasetê rabe. Divê dewleta Tirkiyeyê vê rastiyê baş zanibe.

Di vê pêvajoyê de bi rastî jî berxwedaneke pir bêhempa heye. Lê belê divê tevahiya jin, ciwan, gelê Kurd li hemberî vê siyasetê ji her demê bêhtir bi hêza xwe piştrast bin. Bi hêza xwe, em erka xwe li hemberî Serok Apo û nirxên azadiyê pêk bînin. Eger ev pêk were wê têkbirina vê siyasetê nêz be. Em bi hêza xwe ya cewherî bawer in. Bi berxwedana gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd herî zêde xwedî li van nirxan derkevin. Em di wê baweriyê de ne ku kes wê di vê pêvajoyê de bêdeng nemîne. Ev dem ne dema bêdeng mayinê ye. Dem dema xwedîderketina li nasname û nirxên xwe ye. Weke gerîlayên Kurdistanê jî ji her demê zêdetir em ji xwe bawer in. Çawa ku Pêngava 15'ê Tebaxê li Dihê ya Bakurê Kurdistanê weke fîşeka destpêkê li mejiyê qirker a dewleta Tirk a faşîst ket, li xiyanet û koletiya Kurdan ket, em jî di heman biryardariyê de ne ku bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta di şexsê PDK'ê de şênber bûye li Başûrê Kurdistanê têk bibin. Di vî şerî de ji bo em fîşeka dawiyê li vê siyasetê bixin, em ê erk û berpirsyariyên xwe ji her demê zêdetir bi cih bînin. Berdêl çi dibe bila bibe di vê mijarê de em ji her demê zêdetir ji xwe bawer dikin. Li ser vê esasê em careke din Pêngava 15'ê Tebaxê li her kesî û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin. Em dibêjin 'Bijî Rêber Apo', 'Bijî ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê'."