Jinên li Kelarê: Em ê bi hemû hêza xwe li dijî qanûna medenî rawestin

Endamên Navenda Hevbeş a Saziyên Jinan ên Germiyanê li dijî qanûna sererastkirina rewşa medenî wiha gotin: “Me biryar daye ku em bi hemû hêza xwe li dijî vê rewşa nemirovane rawestin.”

Navenda Hevbeş a Saziyên Jinan ên Germiyanê li dijî sererastkirina rewşa medenî li bajaroka Kelarê daxuyanî da.
Endama Şaxa Komeleya Jinên Kurdistanê yê Germiyanê Behar Ehmed diyar kir ku desthilatdarên Iraqê mîna rejîmên berê tevdigerin û got, “Desthilatdarên nû yên Iraqê, wekî rejîmên berê, bi rêyên cur bi cur çînên civakê tepeser dikin û mafên wan dixwin. Ev desthilata nû her tim hewl dide ku destûr û qanûnên mayî yên rejîma Beesê revîze bike, hewl dide ku paşverûtiya mezheb û eşîretan li ser xelkê Iraqê tundtir bike û civakê paşve bibe. Bi taybetî li ser navê mezheb û şerîetê gelek guherîn kirine.”

Behar Ehmed axaaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha pêleke paşverûtiyê li ser vê civakê belav bûye û tevger û aliyên desthilatdar ên Îslamî yên Şîî dixwazin bi vê rêyê û bi navê şerîetê guherînekê di qanûna rewşa medenî de bikin û bi ser jinan de ferz bikin.

Ev heqareteke wisa ye ku heta dawî li dijî mirovahiyê ye. Her wiha qanûnîkirina destdirêjiya cinsî li ser keçên zarok ên 9 salî ku hîn rast û çepa xwe ji hev cuda nakin û di wî temenî de ne ku divê bi lîstikên zarokan mijûl bibin û hînî alfabeyê bibin, sûcekî gelek tirsnak e û kabûsek e ku heta heta jiyana wê mexdûrê noqî nexweşiyeke derûnî dike.

Me jinên ku ev daxuyanî îmze kiriye, me biryar daye ku em bi hemû hêza xwe li dijî vê rewşa nemirovane rawestin. Em bang li gelên azadîxwaz ên cîhanê, tevgera wekhevîxwaz a jinan û tevgera karkeran a dinyayê, sazî û rêxistinên mafên mirovan û hemû wan partî, alî û kesayetiyên ku ji ber vî sûcî wijdanê wan diheje dikin ku dengê xwe bilind bikin, li dijî vê heqaretê rawestin û piştgiriya xebata me bikin. Zextê bixin ser aliyên berpirsyar ên Iraqê û parlamentoyê da ku em vê rewşê rawestînin. Li şûna wê guherînek di qanûnan de çêbe ku hêjayî gelê medenî û pêşketî yê Iraqê û mirovahiya hevçerx be.”