Dewleta Tirk a dagirker Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost a Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya PDK'ê li ser Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ku ji çavkaniyên herêmî wergirtiye balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kirin.

Balafiran herêmên Sinîn, Tengiya Singa û Lolan ên derdora Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku ji ber bomberbaranê li herêmê şewat derket, lê der barê xesarê de agahî nehat wergirtin.