Di encama êrîşên Tirkiye û Îranê de 425 kes hatin qetilkirin

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê ku navbera salên 1991 û 2024’an de 425 kes hatine qetilkirin û zêdeuî 170 gund hatine valakirin.

QETLIAMÊN LI SER SÎNOR

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) îro danê êvarê li Otêla Rotana ya bajarê Silêmaniyê têkildarî daneyên êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê semînerek lidar xist û bi civîneke çapemeniyê daneyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê eşkere kir.

Di daxuyaniya çapemeniyê de CPT’yê ragihand ku di êrîşên Tirkiye-Îranê de herî kêm 845 kes birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan, ji wan 702 kes ji aliyê dewleta Tirk ve û 143 jî ji alyê Îranê ve bûne qurbanî.

CPT’yê got: “Ji 702 kesên di encama êrîşên Tirkiyê de bûne qurbanî 344 welatiyên sivîl hatin kuştin û 358 jî birîndar bûn. Di êrîşên Îranê de herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û 62 kes jî birîndar bûn.

Di dewamê de CPT’yê eşkere kir ku 194 zarok û 204 jin hatine qetilkirin ku 18 kes bi êrîşên kîmyewî hatine qetilkirin û got: “Ji ber êrişên Tirkiye û Îranê zêdetirî 170 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.”

Di dawiyê de CPT’yê wiha got: “Di sala 2015’an de artêşa Tirk gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 18 sivîl bûn qurbanî. Ev yekemîn êrîşa balafirên bêmirov yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bû. Her wiha piştî bidawîhatina pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ev bombebarana destpêkê bû. Bi giştî ji sedî 69’ê qetilkirinên sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber bombebaran û êrîşên hewayî yên Tirkiyê bûn.”