KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şaredariya Mêrdînê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin. -
KCK'ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir. -
Li Şemzînanê leşkerên Tirk gefa kuştinê li gel xwar
Di mînîbusa ku leşkeran li gundê Şapatan a Şemzînanê da sekinandin bi gotina "Em ê GBT'ê bikin" gef û heqaret li kesên di mînîbusê de kirin û welatî gulebaran kirin. -
Arvas ê AKP’yî rojnamevan gilî kir
Parlamenterê berê yê AKP'ê Abdûlahat Arvas rojnamevan Oktay Candemîr gilî kir. Arvas tevî ku ne wezîfedarê fermî ye jî bi hinceta 'heqaretkirina wezîfedarê fermî’ Candemîr gilî kir. -
YRK: Di êrişa dewleta Tirk de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû
YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a li herêma Asosê de ciwanê welatparêz Mihemed Seyîd şehîd bû, 3 malên gundekî jî hilweşiyan. -
Hêzên dewleta Îranê du kolberên din qetil kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarên Seqiz û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê yên Îranê êriş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: "Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî." -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê weşand ku di encamê de sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. -
'Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin, em ê qebûl nekin'
Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kirin ku Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin ew ê qebûl nekin û gotin, "Xelkê Şengalê kî weke Mîr qebûl bike ew Mîr e." -
Dewleta Tirk a dagirker li Şarbajêr welatiyek qetil kir
Hate zanîn ku duh bi şev li gundek Şarbajêr xaniyek hatiye bombebaran kirin û di encamê de welatiyek hatiye qetilkirin. -
KNK: Divê Enfal weke qirkirinê bê naskirin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera 36'an a Qirkirina Enfalê de ku rejîma Saddam li dijî Kurdan kir, daxuyaniyek da û xwest Enfal weke qirkirinê bê naskirin. -
HPG: Hevrêya me Delal Zanyar şehîd bû
HPG'ê diyar kir ku gerîla Delal Zanyar 23'ê Adarê şehîd bû û got, "Bi sekna xwe ya dilnizm, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt." -
Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê bibin dengê xweparastinê
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de peyam dan ku bi pêngava ku di pêşengtiya TAJÊ de hatiye destpêkirin ew ê bibin dengê xweparastinê. -
Leşkerê Tirk ê ku li Şirnexê êrîşa zayendî pêk anî hat binçavkirin
Baroya Şirnexê ragihand ku çawîşê pispor ê Tirk ku jinek tacîz kiriye ji wezîfeyê hatiye girtin û piştî tedawiyê hatiye binçavkirin. -
Xizmên girtiyan bi israr in: Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin
Xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê berdewam dikin peyama ku ew di şikandina tecrîda Îmraliyê de bi israr in, dan. -
Tacîza leşkerê Tirk hate protestokirin: Dewletê faîl revand
Li Şirnexê tacîza çawişê pispor hate protestokirin. Ji DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku piştî faîl rakirin nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hate revandin. -
PJAK’ê şehîd Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî bi bîr anîn
Komîteya Şehîdan a PJAK’ê bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta Kemal Pênciwênî û Sidîq Salyawayî daxuyaniyek da û da xuyakirin ku ew ê daxwaz û armancên wan ên ji bo azadiyê pêk bînin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Li Zap a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û mobesseyek jî hate îmhakirin. -
Li Mexmûrê encamên hilbijartina şaredariyê hatin eşkerekirin
Di hilbijartinên şaredariyê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de, Edban Abdullah Yilmaz û Fatma Hilalî hevşaredar hatin hilbijartin. -
Nasnameya gerîlaya şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlaya li Dersimê şehîd bûbû, eşkere kir û got: “Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.” -
Emer Saleh: Divê gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan derkevin!
Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna Mîsak-i Mîllî serdana Bexdayê dike û got: “Ti feydeya Iraqê ji serdan û hevdîtina bi Erdogan re nîne. Lazim e berteka gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan a Bexdayê hebe.” -
Li Şirnexê gel li dijî leşkerê Tirk ê ku jinek tacîz kir, rabû
Li Şirnexê çawişekî pispor ê Tirk li kolanê jinek tacîz kir. Gel bi parastina cewherî bersiva çawişê pispor da. -
Enfal û bêhaybûn: Divê ev roj neyê jibîrkirin
Ez hêvî dikim hewl bê dayîn da ku tu dîlan û şahî nekevin nav vê rojê. Qet nebe bila di vê rojê de dilê me li ba hestiyên hezkiriyên me yên li biyabanan be. -
Şaredariya AKP’ê her tiştê şaredariya Tetwanê firotiye!
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî de ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû, rêveberiya AKP’ê şaredariyek deyndar hişt. -
Cismekî ronak li asimanên Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin
Cismekî ronak li çend bajarên Îran, Iraq û Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin û ev yek di nav xelkê de bûye sedema zêdebûna fikaran ku şer dest pê kiriye.