MAK’ê li gelek bajaran ji bo 15’ê Tebaxê çalakî lidar xistin

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), ragihan ku bi armanca silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li Amed, Colemêrg, Dîlok, Êlih û Sêrtê çalakî lidar xistine.

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), ragihand ku wan 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li gelek bajaran bi fîşekên hewayî pîroz kirine.

Di daxuyaniya MAK’ê ya têkildarê çalakiyan de ev agahî hatin parvekirin:

“Milîsên me şeva 15'ê Tebaxê li Geverê li du nuqteyên cuda 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Milîsên me yên daketin qadan, berxwedana gerîla bi fîşekên hewayî pîroz kirin.

- Milîsên me şeva 15'ê Tebaxê li taxa Navendî Ûlûs a Sêrtê ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê çalakî lidar xistin. Milîsên me yên daketin qadê û pankarta 15'ê Tebaxê daliqandin, bi fîşekên hewayî berxwedana gerîla silav kirin.

- Milîsên me di saetên êvara 15’ê Tebaxê de li Taxa Petrolkentê ya Êlihê daketin qadan û pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê silav kirin. Milîsên me bi fîşekên hewayî berxwedana gerîla pîroz kirin.

- Milîsên me di saetên êvara 15'ê Tebaxê de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê daketin qadan û pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Milîsên me yên ku bi fîşekên hewayî çalakî lidar xistin, berxwedana gerîla silav kirin.

- Milîsên me 14'ê Tebaxê li Kirklar Dagê ya Amedê bi çalakiyek pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Milîsên me bi fîşekên hewayî pêngava gerîla silav kirin.

- Milîsên me di 14'ê Tebaxê de li Pira Deh Derî ya Amedê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de milîsên me pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê bi fîşekên hewayî silav kirin.

- Milîsên me  di 14'ê Tebaxê de, li ber Tabûra Efeler a dagirkeran a Geverê bi fîşekên hewayî 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

- Milîsên me şeva 12'ê Tebaxê li taxa Huzur evlerî ya navçeya Peyas a Amedê pêngava 15 Tebaxê silav kirin. Milîsên me berxwedana gerîla bi fîşekên hewayî pîroz kirin." 

MAK’ê di dawiya daxuyaniyê de, diyar kir ku wan van çalakiyan ji bo bîranîna fermandarên pêşeng ên pêngava 15’ê Tebaxê hevrê Egîd, Erdal û Bedran lidar xistine û pêngava dîrokî silav kirine.