HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Fermandar Erdal bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em soz didin ku bîranîna hevrê Erdal bidin jiyîn, armancên wî bi ser bixînin û gerîlatiya profesyonel pêk bînin ku ev yek xwesteka wî ya herî mezin bû.”

DAXUYANIYA HPG’Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got: “Em Fermandar Erdal (Engîn Sîncer) di sala 21’emîn a şehadeta wî de bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrê Erdal ewladekî bi wêrek ê xelkê me yê Mereşê bû ku ji Ewropayê berê xwe da Kurdistanê û perwerdeya xwe ya destpêkê ji Rêber Apo girtibû. Bi çiyayên Botanê re bûbû yek û li van çiyayan şopên lingê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd şopand û di serî de Gabar, li gelek qadan ji şervantiyê heta manga, taxim, yekîne û fermandariya eyaletê di her rayeyê de wezîfe girt. Weke fermandarekî ARGK’ê hevrê Erdal, ji leşkeriyê heta siyasetê, ji qada civakî heta dîplomasiyê her cure berpirsyariya ku ketî ser milî pêk anî. Yek ji fermandarên pêşeng ê pêvajoya damezrandina Hêzên Parastina Gel (HPG), profesyonelbûna wê û gav avêtina wê, bû. Hevrê Erdal di dîroka me ya têkoşînê û bîra gelê Kurd ê welatparêz de, navê xwe weke ‘şoreşgerê ku heqê jiyanê dide’ nivîsand. Di her kêliya ku jiyan kirî de, weke mamosteyekî profesyonel bû. Bi şehadeta xwe û têkoşîna xwe ya dewlemend, hîna jî rê nîşanî me dide. Em di salvegera şehadeta hevrê Erdal de, wî bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna wî bidin jiyîn, armancên wî bi ser bixînin û gerîlatiya profesyonel pêk bînin ku ev yek xwesteka hevrê Erdal a herî mezin bû.”

HPG’ê têkildarî hûrgiliyên çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ev tişt diyar kirin:

“Herêma Metînayê;

14’ê Tebaxê saet 09:15’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Mêtîna bi çekên giran hatin xistin û kepçeyek hat derbkirin.

15’ê Tebaxê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golka bi çekên giran hatin xistin.

Herêma Xakurkê;

14’ê Tebaxê saet 07:30 û 08:00’an dagirkerên li qada Girê Koordîne bi çekên giran hatin xistin. Ev çalakî ji aliykê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

14’ê Tebaxê saet 16:27’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hatin xistin.

15’ê Tebaxê saet 13:07’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sergelê bi hemwextî bi çekên giran û taktîka sûîqestê hatin xistin. Di vê çalakiya hemwext de pergalek kameraya mobeseyê hate rûxandin.

17’ê Tebaxê saet 03:00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi taktîka sûîqestê hatin xistin. Di vê çalakiyê de pergalek kameraya mobeseyê û projektorek hate rûxandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

14, 15 û 16’ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 6 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

16’ê Tebaxê tunelên me yên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carek bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14, 15 û 16’ê Tebaxê herêmên Sinînê, Şehîd Şerîf, Berbizina, Kendekola yên herêma Xakurkê 11 car, herêmên Sêdarê, Çemrobotkî, Xêrê, Dêreşê, Heftebax, Dêrîk û Deşta Kafya yên herêma Garê 9 car, Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna ya herêma Metîna û Dergelê 4 car, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 car; bi giştî 28 car bi balafirên şer hatin bombekirin.

14, 15 û 16’ê Tebaxê qadên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê, Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna ya herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”