HEVPEYVÎN

‘Fermana 14’ê Tîrmehê bû pêngava 15’ê Tebaxê’

Gerîla Orhan Lotos diyar kir ku Fermandar Egîd bi Pêngava 15’ê Tebaxê fermana 14’ê Tîrmehê pêk anî û got, “Bê guman pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe ber derneket; bi ked û berxwedana 14’ê Tîrmehê ev pêvajo destpê kir.”

GERÎLAYÊ HPG'Ê ORHAN LOTOS

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, bi çalakiyên bi bandor pêşwazî dikin. Gerîlayê HPG’ê Orhan Lotos bi wesîla salvegera pêngava dirokî hem şehîdên şoreşê bi bîr anî û hem jî hestê xwe li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re vegot.

Gerîla Orhan di destpêka axaftina xwe de Pêngava 15’ê Tebaxê li gerîlayên di çeperan de li ber xwe didin û gel pîroz kir û di şexsê fermandarê mezin Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Gerîla Orhan diyar kir ku rêheval Egîd bi Pêngava 15’ê Tebaxê fermana 14’ê Tîrmehê pêk anî û wiha qala vê çalakiya dîrokî kir: ‘’Bê guman pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe ber derneket; bi ked û berxwedana 14’ê Tîrmehê ev pêvajo destpê kir. Di şexsê berxwedana 14’ê Tîrmehê şehîdên mezin heval Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çiçek de em hemû şehîdên meha Tîrmehê jî bi bîr tînin. 14’ê Tîrmehê bû destpêka fermana 15’ê Tebaxê, rêheval Egîd jî ev fermana mezin girt û kir bingeha têkoşînê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de gerîla Orhan destnîşan kir ku di şexsê Rêbertiyê de berxwedana Îmraliyê bi nirx û bi wate bûye û wiha domand: “Di heman demê ev ruh niha li Zap, Metîna, Xakurkê û Garê bi dijwarî tê meşandin. Ev rastiyeke mayînde ye, bê guman afrînerê vê rastiyê bi hurmet çiqas bi bîr bînin jî wê kêm bimîne. Heval Egîd bi Pêngava 15’ê Tebaxê berpirsyariya dîrokî dît; xwedî lê derket, di şert û mercên herî zehmet de pêwistiya wê pêk anî. Em weke şagirtê wî divê vê rastiyê baş bibînin, di heman demê de divê gelê me vê rastiyê bizanibin û çi were xwestin pêk bînin.”

15’Ê TEBAXÊ DERBEKE MEZIN LI FAŞÎSTAN XIST

Gerîla Orhan anî ziman ku di dema ku dijmin xwe xurt didît de Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat û wiha pêde çû: “Pêngava 15’ê Tebaxê dîrokek mezin ava kir. Îro jî berxwedana ku niha li çiyayên Kurdistanê tê meşandin bi berferehî mirov dikarê behs bike. Têkoşîna ku di qada gerîla de tê meşandin bi taybet weke qada Biradost, Behdînan û li Bakurê Kurdistanê têkoşînekî efsanewî ye. Derbên giran li dagirkeran têne xistin, hevalên me bi ruhekî fedaî şerekî dirokî dimeşînin û digihîjin şehadetê. Dewleta Tirk a dagirker xwe di vî şerî de xwe pir mezin dide nîşandan, lê di rastiyê de wisa nîne. Weke ku Mao jî dibêje ; ‘Faşîzm şêrekî ji qartonê ye’. Dewleta tirk ne pilingekî ji qartonê ye. Ji her alî ve parçe parçe bûye û riziya ye. Berxwedana gerila wê rizandiye, ruh û sekna gerîla bi hemû heybeta xwe didome.”

GERÎLA QEDERA ŞER DIYAR DIKE

Gerîla Orhan daxuyand ku gerîla li hemberî dewleta faşîst berxwedaneke dîrokî raber dike û wiha bi dawî kir: “Gerîla niha qedera şer diyar dike. Dijmin niha hatiye ber têkçûnê. Bi taybet êrîşên dijmin ên li ser herêma Behdinan û Bradostê têk diçe. Ji ber eşîra Bradost jî di dîrokê de cihekî xwe yê berxwedanê pir mezin heye. Dijmin jî bi êrîşên li ser herêma Bradostê dide meşandin dixwaze vê rastiyê ji holê rake û tine bike. Lê dagirker bi van rêbazan jî nikarê bigihîje armanca xwe. Ji ber heqîqeta me li ser vê berxwedanê tê meşandin.’’