Seyît Evran û 'Sira Çiyê'

Pirtûka Seyît Evran a bi navê "Sira Çiyê" jiyana rojane û ruhê têkoşînê yê gerîlayên Azadiya Kurd bi kurahî digire dest û bi vê yekê re pêşdarkirineke bi bandor a şer û hevgirtinê nîşan dide.

Seyît Evran di sala 2006'an de biryar da ku dest bi rêwîtiya xwe bike, mîna ku agir di dilê wî de pêketibe, berê xwe da rêyên dirêj. Ev agir, hişt ku di hembêza xwezayê de winda bibe û ji dervî jiyana asayî li pey çîrokên nû biçe. Heybeta çiyayan, ji bo dîtina wateya rastî ya jiyanê bûbû gava ewil. Her sibeh bi serpêhatiyeke nû şiyar dibû û bi demê re we bûbû parçeyek ji ax û wan çiyayên bi heybet. Her detayê ku gerîlayên Azadiya Kurdistan û xwezayê pêşkêş dikir, ruhê wî xwedî dikir û teşe dida ramanên wî. Xîreta ku di çavên lêgerînvanên azadiyê de didît, dinivîsî û tovên bîranînan çand.

RÊWÎTIYA SEYÎT EVRAN

Seyît Evran li çiyayên azad salên dirêj derbas kir. Rêwîtiyên zehmet, sohbetên li ber agirên şevê, hêviyên ku dihatin parvekirin, hemû di ramanên wî de teşe girtibû. Pênûsa di destê xwe de mîna çekekî bi kar anî û rastiya şer a dijwar û bîranîna hevgirtinê li ser kaxizên xwe xêz kirin. Di her bîranînek de, tenê serpêhatiya xwe nenivîsand, di heman demê de destanên gerîla, berxwedana gel û hêza xwezayê ji pênûsa wî diherikî. Her kêliya ku dijî bi hewldaneke ku xwe di nava rîtma şer û bêdengiya xwezayê de bibîne nîşan dida. Bîranînên xwe yên gerîla, mîna çîrokbêj û çavdêrek ku her kêliyê wê hîskiriye û jiyaye, nivîsiye. 

Seyît Evran di pirtûka xwe ya bi navê "Sira Çiyê" de dibêje, "Gelek rojnamevan di kûrahiya van çiyayan de, derbas bûn. Ez tenê mîna şopdareke wan im.” Bi vê hest û ramanê, weke nûçegîhanê şer yek bi yek çû serdana nuqteyên gerîla û di sala 2006'an de bîranînên xwe yên gerîla nivîsand.

RÊWÎTIYA BER BI CÎHANA GERÎLA VE

Pirtûka Seyît Evran a bi navê "Sira Çiyê" berhemeke ku jiyana rojane, têkilî, pratîk, hest û hevgirtina gerîla, bi kûrahî vedibêje ye. Di pirtûkê de ziman û şêwaza vegotina wî balê dikêşe. Her çend bi zimanekî sade hatibe nivîsandin jî, ji ber ku wateyeke kûr li rewş û bûyeran bar kiriye, bandorek mezin dike. Ji bo naskirina cîhana gerîla ya hûndirîn deriyek vedike û nîşan dide ku şer ne tenê di aliyê fîzîkî de ye, her wiha aliyên wê yên civakî jî hene.

Seyît Evran di berhema xwe de, behsa bedewiya xwezaya çiyê dike. Di pirtûkê de çiya ne tenê mîna formên erdnîgarî, di heman demê de mîna cihên xewn û têkoşînan hatiye vegotin ku tê de şopên kûr ên siberojê dihewîne. Bala xwîneran tenê nakişîne ser bedewiyên xwezayî, di heman demê de çîrokên berxwedanê yên li pişt van bedewiyan derdixîne holê û wan di nava fikrên kûr de vedihewîne.

Berhema "Sira Çiyê" dihêle ku xwîner bikevin nava lêpirsînên kûr. Sira çiyayan çi ye? Li ber siya şer, xemgînî, êş, berxwedan û têkoşînê, ruhê mirov çawa dikare bihêz bimîne?

Di pirtûka “Sira Çiyê” de bi tevneke kûr û balkêş a wêjeyî ve, têkoşîna azadiya Kurd bi serpêhatiyeke bibandor vedibêje. 

MÎRATEYA SEYÎT EVRAN

Seyît Evran tevî ku saleke xatir ji jiyanê xwestiye jî, biryardarî û xîreta wî di bîra me de ye û dengê wî hêj di guhên me de olan dide. Evran ê ku di 22'ê Îlona 2023'yan de ji ber krîza dil ji nav me koç kir çû, bi berhema xwe ya bi navê "Sira Çiyê" biryardariya xwe ya têkoşînê û bîranînên berhev kiriye, mîrateyeke ji bo me li dû xwe hişt.