Ji Milîsên Jin ên Agir û Rojê çalakiyên 15'ê Tebaxê

Milîsên Jin ên Agir û Rojê li Wan û Geverê bi çalakiyan 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

ÇALAKIYÊN 15'Ê TEBAXÊ

Milîsên Jin ên Agir û Rojê ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Wan û Geverê çalakî kirin.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Li Wanê, li taxên Altintepe, Xaçort û Rêya Armûşê bi fîşekên hewayî û dadana agir cejna me ya vejînê 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li taxên me yên Orman, Eskî Kişla, Cûmhûriyet, Esentepe û Gungor ên Geverê şeva 15'ê Tebaxê bi nivîsandina dirûşman, fîşekên hewayî, girtina rê û dadana agir çalakî hatin kirin. Li Eskî Kişlayê li 4 nuqteyên cuda bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin. Li taxa Ormanê rê hate girtin, bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin. Li Esentepe, Cûmhûriyet û Gungorê jî bi nivîsandina dirûşman, dadana agir û fîşekên hewayî pîrozbahî hatin kirin.

Bi pêşengiya tîmên me cejna vejînê 15'ê Tebaxê bi coş hate silavkirin û pîrozkirin."