Ji girtiyên PKK û PAJK’ê peyama 15’ê Tebaxê

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û ev bang kirin, “Em ê li ser şopa hevrê Egîd bimeşin û pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serketinê tacîdar bikin.”

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê veguheriye agirê azadiyê ku Kurdistan û Tirkiyeyê di nava xwe de digire û ji kûr ve bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Peyama girtiyan ya 15’ê Tebaxê wiha ye:

“Em Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ku mîlada gelê Kurd e di serî de li Rêber Apo û hemû şehîdên xwe yên qehreman, gelê me yê welatparêz û gelên bindest ên cîhanê pîroz dikin. Di şexsê hevrê Egîd de ku fermandarê nemir ê pêngava mezin a dîrokî ye, hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Pêngava şoreşgerî ya gerîla ku li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê pêş ket, 15’ê Tebaxa 1984’an bi çalakiyên gerîla yên li Eruh û Şemzînanê destpê kir. Çirûska azadiyê ku li Eruh û Şemzînanê pê ket, tevî hemû zehmetî û astengiyan jî pêş ket, mezin bû û îro veguheriye agirê azadiyê ku Kurdistan û Tirkiyeyê di nava xwe de digire û ji kûr ve bandor li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Ger ev pêngava qehremanî ku Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982'an gihand çiya û gerîlayan, nebûya wê îro li ser navê Kurdbûn û Kurdistanê tîştekî nedima. Wê zext û zilma faşîst, dagirkerî, qirkirin, pasîfîzm, teslîmiyet, hevkarî û xiyanet her derê dorpêç kiriba. Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku bi çirûska azadiyê destpê kir û têkoşîna bi qehremanî ku li ser vê bingehê pêk ket, ev hemû guherand.

Ruhê azadiyê, hişmendî, îrade, wêrekî, fedakarî, rêxistinbûn û çalakiya ku Rêber Apo afirand, li ser vê bingehê pêş ket. Heqîqeta Rêbertî û şehîdan, partîbûyîn û gerîlabûyîn ku destkeftiyên herî mezin in, li ser vê bingehê çêbû. Gelê me û xaka Kurdistanê gihişt hêza xweparastinê ku xwe diparêze û tolê ji dijmin radike. Êdî gelê me û bi deh hezaran fedayiyên ku xaka xwe diparêzin, li çiyayên Kurdistanê rê nadin teslîmiyet û xiyanetê.

Em bi berxwedana mezin a hemû gelê xwe yê welatparêz, hêzên gerîla yên fedayî ku bi qehremanî li ber xwe didin û polîtîkaya dagirkeriyê têk dibin û bi taybet dayikên me yên fedakar û berxwedêr ku faşîzm teslîmiyetê ferz dike û ew li pêşiya zindanan çalakî dikin, dikevin sala 40’emîn a Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê.

Weke tevger û gel di serî de li zindanan ku di dîroka têkoşîna me de her tim qada berxwedanê ye, li Kurdistan û li her derê cîhanê bi têkoşîn, çoş û rêxistineke bêhtir dikevin sala 40’emîn.

Bêguman Pêngava Şoreşgerî ya Gerîla ya 15’ê Tebaxê bi qasî ku ji bo Kurdan tevgera ronakbirî û azadiyê ye, di heman demê de ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî tevgera ronakbirî û demokratîkbûnê bû.

Têkoşîna ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê pêş ket, îro ji aliyê gerîlayên Kurd ên fedayî ku xwe li ser Xeta Modernîteya Demokratîk nû kiriye, tevî hemû êrîşên bêhiqûq û bêexlaq jî rê nade faşîzmê û bi xeta qehremaniyê azadiya Kurd diparêze. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û Serkeftinê îro li Zap û Metînayê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her çar aliyê Bakurê Kurdistanê bi berxwedana fedayî ku pêş xistiye, zindî dihêle.

Guleyên ku di 15’ê Tebaxê de hatin avêtin, guleyên li dijî koletiyê ne ku ji bo Kurdan rewa hatiye dîtin. Çawa ku înkarkirina rojê ne pêkan e, êdî înkarkirina gelê me jî ne pêkan e. Êdî dema azadiyê ye, dema avakirina jiyana azad e, dema wê ye ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bavêjin çopa dîrokê.

Eşkere tê dîtin ku ev têkoşîna dîrokî ku li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilît bûye, di sala 40’emîn a pêngavê de bêhtir bi hêz bibe û ber bi serkeftinê ve biçe. Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk asteke navneteweyî qezenç dike û mezin dibe. Ev pêngav ji dost, dijmin û her kesî re nîşan daye ku ruhê 15’ê Tebaxê hîna weke roja ewil dewam dike. Pêngava azadiyê ji pêngava Vejînê ne serbixwe ye, berovajî berdewamiya pêngava Vejînê ye. Lewma divê xwedî li pêngavê derkevin, mezin bikin û bidin Egîdê demê. Li pey şopa Fermandarê Mezin Egîd bimeşin, pêngava ji Rêber Apo re azadî bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di vê wateyê de em zêdetirî deh hezar girtiyên PAJK û PKK’yî, li ser bingehê ruhê berxwedanê yê hevrê Mazlum û Kemal, evîna azadiyê ya Zîlan û Berîtanan û xeta vejîn û rizgariyê yê hevrê Egîd ji her demê bêhtir xwedî li kevneşopiya xwe ya têkoşînê derkevin, di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de soza xwe dubare dikin ku bibin layiqî Rêber Apo û şehîdên xwe yên qehreman. Em bang li her kesî dikin ku Berxwedana Îmraliyê rast fêm bikin, ji bo azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin, Pêngava Azadiyê ya Kûrewî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike, di Xeta Ruhê 15’ê Tebaxê û Serkeftinê pêş bixin.”