KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji gerîla çalakiyên 15’ê Tebaxê: 6 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin. -
Dr. Yadgar Mihemed: Divê her kes li gorî derfetên xwe li ber dagirkeriyê rabe
Hiqûqnas Doktor Yadgar Mihemed diyar kir ku mafê Tirkiyeyê tune ye ku sînorê Kurdistanê derbas bike û got: "Armanca Tirkiyeyê çi dibe bila bibe ne rewa ye, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve nayê qebûlkirin." -
YJA Star: Em ê siberoja bi rengê şoreşa demokratîk diyarî gelan bikin
Fermandariya YJA Starê ragihand, ku wê bi şêwaz û hêza fermandar Egîd û ruhê xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê bi çalakiyên tolhildanê pêşwazî bikin û got, "Em ê bi mezinkirina têkoşînê, siberoja bi rengê şoreşa demokratîk diyarî gelên bindest bikin." -
Li Binarê Qendîlê şahiya 15’ê Tebaxê
Li gundê Zargele yê Binarê Qendîlê bi wesîleya 41’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek hat lidarxistin. -
Karayilan: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî siyaseta qirkirinê hate pêşxistin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke azadiyê ye ku li dijî siyaseta qirkirin û îmhayê hatiye pêşxistin û bang li her kesê kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. -
Di 15'ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla bûn
Komek ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de beşdarî nava refên gerîla bûn. -
Pêngava 15'ê Tebaxê Kurdistan kir keleha berxwedanê
Gerîlayên Kurdistanê li ser mîrateya têkoşînê ya fermandar Egîd Kurdistan veguherandina keleha berxwedanê. Li dijî her êrişê bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê şer dikin. -
Daweta xwe 15'ê Tebaxê çêkir û berê xwe da çiyê
Welat Şehmûs Kaya (Hebûn) di 15'ê Tebaxa 1991'ê de daweta xwe veguherand pîrozbahiyekê û tevî destgiriya xwe tevlî nava refên gerîla bû. Weke gerîla û fermandarekî di demeke kurt de mohra xwe danî binê serketinan û tevlî karwanê şehîdan bû. -
Cenazeyên şehîdan piştî 55 rojan hatin veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Aykût li navçeya Elkê ya Şirnexê û cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nadîr Bûdancer li navçeya Milazgîr a Mûşê hatin veşartin. -
Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Kortek ya girêdayî Binarê Qendîlê bombebaran kirin. -
Cenazeyên 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayê HPG'ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgirt) û gerîlaya YJA Starê Leyla Aykût ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Amêdiyê bombebaran kir. -
Ji KCK'ê daxuyaniya 15'ê Tebaxê: Em têkoşînê mezin bikin û bi ser bixînin!
KCK'ê bang kir ku li her derê Pêngava 15'ê Tebaxê bi coş bê pîrozkirin û got, "Bi mezinkirina têkoşînê divê hîn bêhtir li gel Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bin ku li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê li ber xwe didin." -
Li Amed û Dersimê 5 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Dersimê di serdegirtina malan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. -
NPG: Di sala 41'ê de bi Egîdbûnê em ê di asta herî bilind de li ber xwe bidin!
Fermandariya Biryargeha NPG'ê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi Egîdbûnê di sala 41'ê ya têkoşînê de di asta herî bilind de li ber xwe bidin." -
KONGRA-GEL: Sala 41'ê wê bibe sala têkçûna faşîzm û xiyanetê
KONGRA-GEL diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo gerîla û gelê Kurd pêvajoya têkbirina faşîzm û xiyanetê ye û got, "Li ser vî esasî jî pêvajoya azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd e. Êdî dem hatiye, dagirkerî û xiyanet yê bi hev re têk biçin." -
'Em agirê azadiyê yê fermandar Egîd her roj hîn mezin dikin'
Gerîlayan diyar kirin ku Pêngava 15'ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guhertiye û got, agirê azadiyê yê ku fermandar Egîd dada, her roj tê mezinkirin. -
15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin
Salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin. -
Besê Hozat: Gerîla dagirkeriyê ji kokê ve radike, dewleta Tirk rastiyê vedişêre
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ji kokê ve rake, dewleta Tirk rastiyê vedişêre. Nerazîbûnên li Başûr kêm e, (...) divê qiyamet bê rakirin." -
Rêwîtiya şoreşê ya Sema û Seran
Sema û Seran ku di her gavê de bi rengekî azad û wêrek bi pêş ve çûn, zor û zehmetiyên di têkoşîna şoreşê de bi hev re ji holê rakirin û ji bo azadiya Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kirin. -
Berdevkê PDK’ê li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket
Berdevkê PDK'ê helwesta partiya xwe têkildarî dabeşkirina postan li Kerkûkê diyar kir û li dijî hilbijartina waliyê Kurd derket. -
PKK: Em 15’ê Tebaxê li her derê bi coş pîroz bikin!
PKK got, “Em bang li her kesî dikin ku coşa 15’ê Tebaxê bi awayekî bi bandor bijîn, Cejna me ya Gerîla bi coş pîroz bikin, ji şerê azadiyê ya 40 salan dersan derxin û di sala 41’an a Pêngavê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bandortir bi pêşbixin!” -
Li Silopiyê teqîn: Gelek kes birîndar bûn
Hat diyar kirin ku li ser rêya Siyahkayayê teqîn pêk hat û gelek kes birîndar bûne. -
TJA'yê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da: Tavilê dest ji lîstika qirêj berdin!
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî zext û gefên PDK'ê yên li ser Êzidiyan daxuyaniyeke tund da û got, "Tavilê dest ji lîstika xwe ya qirêj a li ser Êzidiyan berdin." -
Koçerên li Bradostê ji ber bombardûmanê zozanan diterikînin
Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê, koçerên li herêma Bradostê zozanan diterikînin.