Qurbaniyên Sikêniyê hatin bîranîn
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera Komkujiya Nexweşxaneya Sikêniye de, şehîd bi bîr anîn.
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê di salvegera Komkujiya Nexweşxaneya Sikêniye de, şehîd bi bîr anîn.
Di 17’ê Tebaxa sala 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bi balafirên şer çar caran li ser hev bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd ketin. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê bûn şehîd ketin.
Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê ji ber salvegera 3’yemîn a komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li cihê ku êriş pêkhatiye li gundê Sikêniyê bi amadebûna endamên komîteya Tendûrsitî ji aliyê Fêsel Elî bi zimanê Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de şehîdên êrişê hatine bibîranîn û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ti tiştê ji bo civaka Êzidî bi sûd be, qebûl nake û ji bo tunekirina saziyên tenduristiyê û binesaziya me, hemû hewldanên xwe didomîne. Em ê saziyên xwe yên tenduristiyê, li gorî derfetên xwe jinûve ava bikin. Em timî xizmetê ji xelkê xwe yê Êzidî re bikin.”