Rehendek cuda ya şerê li Kurdistanê: Şîrketên dagirker

Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rehetî tevbigere, polîtîkayên PDK’ê û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye. ANF; Xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk.

Bandora polîtîkayên îlhaqkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, didome. Ji aliyek ve gelê Başûr ji cih û warên xwe tên koçkirin û ji aliyê din ve artêşa Tirk lez daye xebatên avakirina baregehên nû. Yek ji sedemên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tevbigere polîtîkayên PDK’ê ye û ya din jî şîrketên ku binesazî û lojîstîka dagirkeriyê dabîn dike ye.ANF; xwe gihand navên şîrketên ku destekê didin dewleta Tirk. Di polîtîkayên dagirkeriyê de rola 7 şîrket û 35 navên ku di raya giştî ya herêmê de cih girtine, tabloyeke balkêş datîne holê.

ŞÎRKETÊ NEQLIYE Û ANONÎM Ê

Navenda şîrketa ku xwediyê wê Suleyman Odabaşi ye, li navçeya Bajarê Nû ya Amedê ye. Navnîşana xwediyê şîrketê ya duyemîn jî 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê ye û yek ji malbatên li bajêr ên navdar in. Şîrketa ku li Kurdistanê gelek şaxên wê hene, bi wergirtina îhaleyên leşkerî tê naskirin. Ji sala 2022’yan û vir ve piştî operasyona dewleta Tirk a li herêma Zapê heta niha, xebatên rêçêkirinê pêk tîne û sewqiyeta lojîstikê ya artêşê dike. Wesayîtên şîrketa ku di warê endezyariyê de jî piştgiriyê dide artêşa Tirk, di "Operasyona Sergelê-Tepê Bihar" de ku HPG'ê li dijî artêşa Tirk pêk anî bû, bibû hedefa gerîlayên HPG û YJA Starê.

ŞÎRKETA GUNFAR

Şîrketa ku xwediyê wê Saladî Gunfar e, li herêmên Colemêrg û Çelê xebatên çêkirina rê dimeşîne. Di çarçoveya operasyonên ku artêşa Tirk pêk tîne de; tê plankirin ku 2 rêyên leşkerî çêbikin. A yekemîn ji deştê gundê Talê ya Colemêrgê heta gundê Bilêcan a Çelê û ya duyemîn jî ji navenda navçeya Çelê heta herêma bi navê kaniyê qeymeqemiyê tê binavkirin dirêj dike. Hat ragihandin ku çêkirina rêyan ku îhale ji aliyê Necmî Pala û Seladî Gunfer ve hatine wergirtin, destpê kiriye. Her wiha ev şîrket li herêmên Geliyê Tiyarê û Gundê Talê yên Colemêrgê bi leşkerên Tirk re madenan derdixin.

KOMA KAVÎN

Xwediyê vê şîrketê jî Mesrûr Barzanî ye; îhaleya rêya ku ji Mêtîna ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin û diçe Girê Çarçel girtiye. Dîsa ji bajarokê Kanîmasî heta herêma Tepê Orte, ji vê herêmê heta herêmên Çarçel û Tepê Hakkarî rêyên hatine çêkirin, tên alfaltkirin.

Şîrket herî dawî ye; Li ser navê Zîkrî Barzanî îhaleya rêya leşkerî ji navenda navçeya Amediyê heta Tengava Amediyê girt.

ÇETÎN ÎNŞAAT

Navnîşana şîrketa ku xwediyê wê Erman Çetîn e, cihê wê li navenda bajarê Colemêrgê ye. Li ser navê şîrketê yek ji birayan Adil Çetîn li Colemêrgê, Fazil Çetîn jî li Enqere û Îzmîrê xebatê dimeşîne. Yek ji xwediyên şîrketê Adil Çetîn li Gundê Otlucayê di xebatên înşaetê yên ji bo artêşê de cih digire. Tê diyar kirin ku têkiliyên nêz ên kurên wî Sercan Çetîn û Fazil Çetîn bi fermandarên payebilind ên artêşê û MÎT’ê re hene. Her wiha tê diyarkirin ku wê şîrket li Geverê xebatên înşaetê yên avahiya midûriyeta polîsan a nû bimeşîne.

OLMEZ MADENVANÎ

Şîrketa Îsmet Olmez; Îhaleya rêyên leşkerî yên li herêmên Orê, Hirorê û Nizorî yên herêma Metîna girt. Endamên malbata Olmez, Sabahattin Olmez, Selman Olmez, Fethî Olmez, Savaş Olmez, Kenan Olmez jî li ser navê şîrketê xebatê dimeşînin. Hate zanîn ku şîrketa ku li Amed, Wan û Colemêrgê herêmên wan ên madenê hene, ji salên 2000'î ve ji bo binesaziya leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê xebat dimeşîne.

FÎRMAYA AYKOP

Navenda xebata şîrketa ku Aytekîn Koparan avakiriye jî li Wan û Colemêrgê ye. Koparan ku paşnavê xwe bi navê Karahan guherand, di nava AKP'ê de jî xebat meşandiye. Li herêmên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin; Ev fîrmaya ku çêkirina rêyên ewlehî, keleh û qereqolên polîsan pêk tîne, di sala 2024'an de jî xizmetên xwe yên leşkerî yên ji bo dewleta Tirk didomîne. Hat diyarkirin ku Koparan piştî hin bertekên li herêmê derbasî CHP'ê bûye.

Ev fîrma bi çêkirina rêyên leşkerî ku ji Rûbarokê û Şemzînan diçe heta aliyê Diyanayê navdar bûye.

ŞÎRKETA QÛMÊ

Şîrketa ku bi xebatên çêkirina rê yên li herêmê navê wê derketiye; Ji aliyê Yuksel Sak, Sekvan Sak û Melek Sak ve tê birêvebirin. Ev kesên ku xizmên hev in ji gundê Xabûr a navçeya Qilebanê ya Şirnexê ne. Sekvan Sak jî weke yek ji kontrayên pêşeng ên herêmê tê naskirin. Şîrketa ku di sala 2023'yan de îhaleyên baregehên leşkerî û rêyên leşkerî yên li Qilebanê girt; Cebilxane, sotemenî û malzemeyên lojîstîkê gihand baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Heftanîn û Metîna. Tê gotin ku xizmekî din ê bi navê Emrah Sak xebateke bi vî rengî kiriye û li hin cihan jî bi hêstiran malzemeyên lojîstîk ji leşkerên dagirker re biriye.

Her wiha tê diyarkirin ku şirketa ku wergirtina îhaleyan didomîne, li Heftenîn û Metîna bi leşkerên Tirk re hevkarî kiriye ku baregehên mayînde çêke.

ŞÎRKETA AVAHIYÊN PALA

Şîrket ji aliyê Nazmî Pala yê ji Colemêrgê ve hatiye avakirin. Ev şîrketa ku li herêmên Çelê û Deştanê çêkirina qereqol û rêyên bi dawî kir, xebatê berfirehkirina rêyên ocaxên madenê yên gundên Geliyê Derava Şûtê, Geliyê Tiyarê û Xûbê heta Deşta Xanê pêk tîne.

Dewleta Tirk, plan dike ku bi rêyên madenê yên li herêmê hatine çêkirin, êrîşên dagirkeriyê di nava demeke dirêj de li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bike.

BABATIYAN

Yek ji cerdevanê ku dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne Zubeyîr Babat e ku girêdayî Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê ye. Di sala 2020'an de di çarçoveya operasyonên "Pença piling” de ku artêşa Tirk dan destpêkirin, îhaleya ji leşkerên Tirk re malzemeyên lojîstîkê dabîn bike girt ser xwe. Zubeyîr Babat, her wiha berpirsê "Koma Xencer" a li dijî Kurdan e. Tora sûcan a navborî; bi talankirina xwezayê ya li Kurdistanê, bi taybetî birîna daran ji navçeya Qilebanê heta navçeya Perwarî ya Sertê, ji vir heta çiyayê Herekol û herêmên Bestayê hat naskirin. Zubeyîr Babet, ji bo darên ku hatine birîn sewqî dervî bajêr bên kirin, cerdevanên bi navê Mahûmt Babat, Kazim Babat û Sûleyman Babat wezîfedar kir.

Hazim Babat ê ji Sêgirkê ye, di xebatên kontra yên li dijî gelê Kurd de jî tê naskirin. Babat di sala 2022’yan de xebata çêkirina rêyên di navbera qada baregeha Beykûr a herêma Heftenînê heta herêmên Guhreşê û Xantûrê dewam dike, pêk tîne. Teşeroniya îhaleyê ji aliyê Îkram Encû ve hat dayîn. Îhaleya birîna daran ên li qadên Ava Sirtê, Horik, Tepê Zendûra, Balolê û Pêş Xabûr ên Metîna ku hatine dagirkirin, ji aliyê Hazim Babat û birayên wî ve tên meşandin.

Hazim Babat ê ku demeke dirêje bi dagirkeran re dixebite, hate hînbûn ku herî dawî li herêmên Elaniş û Kelhokê ji bo armancên leşkerî îhaleya santrala ceyranê girtiye.

Ji cerdevanên pêşeng ên Babatiyan Şehmûz Babat, jî gelek îhaleyên leşkerî, rêyên ewlekariyê û çêkirina bendavê girtiye. Babat li herêma Gundê Bilika ya Silopiyê xebatên çêkirina rê didomîne. Yek ji armancên sereke yên vê îhaleyê qutkirina girêdana di navbera herêmên Heftanîn û Cûdî de ye, ya din jî li herêmê berdewamkirina birîna daran e. Her wiha Babat, xebatên çêkirina rêyên leşkerî yên ji bo artêşa dagirker ku di çarçoveya operasyonên sala 2021'an de li Heftanîn û sala 2022’yan li herêmên Heftanîn, Metîna û Zapê destpêkirin, bi dawî kir.

ARAFAT YANAR

Yanar ku ji navçeya Çelê ya Colemêrg e, ev demeke dirêj e bi artêşa Tirk re dixebite, îhaleyên leşkerî digire. Her wiha tê gotin ku Yanar ku yek ji rawestgehên bingehîn e ku artêşa Tirk li herêmê malzemeyên lojîstîkê jê dabîn dike, ji bo 6 nuqteyên leşkerî yên tê plankirin li Zap û Avaşînê bên çêkirin, îhale ji Enqereyê wergirtiye. Yanar ê ku ji bo dabînkirina malzeme ji artêşa Tirk îhaleyan digire, her wiha amadekariyên birina xetên avê ji bo herêmên ku dagirker lê ne, dike. Ji bilî van agahiyên ku Yanar li gel Nûrî Seven ku yek ji navên naskirî yên ji herêmê ye, li herêma Helwê, Tirwaniş, Avsarkê, Sernê û Çiyayê Reş daran dibirin hat girtin.

BI DEHAN NAV…

Her wiha li gelek herêmên Kurdistanê navê kesên ku îhaleyên leşkerî yên wekî çêkirina kuleyên leşkerî, qereqol, baregehên mayînde, rêyên ewlehiyê, desteka lojîstîk pêkanîn, birîna daran, îhaleyên avê, veguhestina sotemeniyê, çêkirina bendavê û santrala ceyranê girtine wiha ne: Lezgîn Yagiz, Sabir Çelîk, Îhsan Gûzel, Fahrettîn Hazeyî, Omer Ozpazar, Guhdar Sindî, Zubeyît Oruç, Hacî Guneş, Seyît Acer, Selman Edîş, Metîn Degîrmencî, Çelebî Sever, Şakir Îsmaîl, Hûseyîn Kaplan, Ekrem Kaya, Fahrî Aktaş, Mîthat Çîftçî, Cemîl Demîr, Dirbaz Encû, Sait Berke, Kemal Îlhan, Musa Apaydin, Îhsan Apaydin, Gazî Apaydin, Îshak Eren, Sadık Cengiz, Nûrî Yaşar, Mûrat Sîlahtaroglu.