Rêveberiya Xweser a Şengalê cejna Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Pêngava 15’ê Tebaxê bûye sedem ku Êzidî ji qirkirinê rizgar bibin.”

RÊVBERIYA XWESER A ŞENGALÊ

Rêveberiya Xweser a Şengalê ku wateyeke taybet dide pêngava 15’ê Tebaxê û xilasbûna ji fermanê bi vê pêngavê ve girê dide, di serî de li Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê, civaka Êzidî û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Îro di dîroka gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz de rojeke taybete û weke ‘Cejna Vejînê’ tê pîrozkirin. Bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê Rêveberiya Xweser a Şengalê peyameke nivîskî ya pîrozbahiyê belav kir.

Di peyamê de destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ku mîmarê vê pêngavê ye hate silavkirin û cejin li Abdullah Ocalan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hate pîrozkirin. Her wiha Rêveberiya Xweser cejna vejînê li gerîlayên azadiyê, li hemû gelên bindest û azadîxwaz, civaka Êzidî û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Di dewamê de Rêveberiya Xweser pêngava bi pêşengiya fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate destpêkirin, weke ji nûve dayîk bûna gelên bindest binav kir û got: “Fermandar Egîd pêşengiyê ji pêngavê re kir û guleya yekemîn avêt. Ev bû roja ji dayîkbûna gelên bindest. Ev têkoşîn û berxwedan heya roja îro dewam dike. Pêngav ji bo gelê Kurd û gelên herêmê destkeftiyên dîrokî bixwe re aniye. Bi vê guleyê koletî hate hilweşandin, siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd vala derxist. Rih, çand, civak û mejiyeke nû afirand.”

Di dewama peyamê de hate gotin, pêngava 15’ê Tebaxê hiştiye ku Êzidî ji qirkirinê rizgar bibe û wiha hate gotin: “Ev roj ji bo civaka me ya Êzidî bi wate ye. Ev roj roja rizgarkirina hemû gelên bindest û berxwedanê ye. Gerîlayên azadiyê bi vî ruhî di dema fermanê de bi hewara me ve hatin û karîn me ji fermanê xilas bikin. Civaka me bi ruhê Egîdan, Mam Zekî Şengalî û Seîd Hesenan xwe nas bikin û xwe ji qirkirinê rizgar bikin.”

Di dawiya peyamê de hate gotin: “Bi boneya 15’ê Tebaxê emê têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bilind bikin. Emê ji bo yekîtiya gelên herêmê û avakirina netewa demokratîk ya li ser fikrê Rêber Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin. Emê bi taybet tifaqa gelê Êzidî li gel gelên herêmê xurt bikin û ji bo çareseriyê li Iraq û cîhanê rol bigirin. Evê jî bi esas girtina fikrê Rêber Apo bibe. Bijî pêngava 15’ê Tebaxê.”