KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya kedkarên çapemeniya azad ên şehîd bûn
Hate eşkerekirin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de kedkara çapemeniya azad Hêro Bahadîn û Gulistan Tara şehîd bûne. -
Wesayita ku êriş lê hate kirin a Şîrketa Çetir bû
Hate ragihandin ku wesayita ku dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser û 2 rojnamevan qetil kir, 6 jî birîndar kir wesayita Şîrketa Medya ya Çetir bû. -
Li Zap û Metînayê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Hate ragihandin ku dagirkerekî dewleta Tirk hatiye cezakirin, derb li çeperekê hatiye xistin. -
Li Seyîdsadiqê êrişa dewleta Tirk: 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn
Hate ragihandin ku li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê wesayiteke rojnamevanên Kurd ji aliyê balafireke dewleta Tirk ve hatiye bombekirin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 rojnamevan şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn. -
SÎHA yên dewleta Tirk bombe li Mawetê barandin
SÎHA yên dewleta Tirk a dagirke bombe li Mawetê barandin. -
Mamoste Necim Becîd ji ber ku rexne li PDK'ê kir tê darizandin
Mamoste Loqman Necim Becîd ku ji ber rexne li PDK'ê kir hate revandin, bi heman hincetê tê darizandin û daxwaz tê kirin ku bi 6 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin. -
'Nîşanî her kesî da ku bersiveke çawa divê ji dijmin re bê dayin'
Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin. -
Ferzkirina zimanê Tirkî dibe sedem ku Kurd ji xizmeta tenduristiyê bêpar bimînin
Li Kurdistanê dema dawî bûyerên kanserê zêde bûne. Parlamenterê DEM Partiyê Dr. Heval Bozdag diyar kir ku astengkirina xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tenduristiya gel xera kiriye. -
Dayikên Aştiyê yên di vegera îfadeyê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
Dayikên Aştiyê û parêzerên wan piştî îfadedayînê di vegerê de qeza kiribûn jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. -
'Em guherandina qanûna rewşa medenî red dikin'
Li navçeya Kelarê der barê pirsgirêk û astengiyên guherandina qanûna rewşa medenî ya Iraqê de li gel Dr. Safînaz Ebûbekir, parêzer Kawe Letîf û mamosteyê dînî Mele Teha panelek hat lidarxistin. -
Li Rihayê jinek hate qetilkirin
Li gundê Gogan ê navçeya Xelfetî ya Rihayê kesê bi navê Gafarî Çolak (60) hevjîna xwe ya bi navê Gulîzar Çolak (59) bi çekê qetil kir. -
Şehîd Berxwedan Qamişlo hat bibîranîn, berxwedana gerîla hat silavkirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd Berxwedan Qamişlo (Amîr Ehmed El Casim) merasîmek li dar xist. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker Asosê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Asosê bombebaran kirin. -
Serdana malbata Şehîd Emîne Demîr hate kirin
Bi girseyî serdana şîna Şehîd Emîne Demîr ya li Qoserê hate kirin. -
Balafirên dewleta Tirk a dagirker Şarbajêr bombebaran kir
Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale ya Şarbajêr bombebaran kir. -
Tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê
Li Mêrdînê, tîmên DEDAŞ'ê li gel leşkerên Tirk avêtin ser taxê. Şêniyên taxê nerazîbûn nîşan dan, lê belê bi gaza îsotê êrişî wan hate kirin. -
Jiyan û berxwedana bi rengê Sara
Hevrê Sara li fermana ku dil û aqilê wê daye wê, guhdarî kir. Fermana aqil û dilên Apoyî. Hevrê Sara encax dikarîbû bi berxwedaneke wiha û fedaîbûneke wiha şehîd biba. -
Li gelek bajaran 'Xwendinên Azadiyê'
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê parêzname û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. -
YRD: Hevrê Rosîda nûnera şareza ya kevneşopiya çapemenî û jiyana azad bû
"Hevrê Rosîda kûrahiya xwe ya îdeolojî û biryardariya xwe di pratîkê de şênber kir. Bi milîtanî, nivîskarî, nûçegihanî û rojnamevaniya xwe bû nîşaneya şênber a kesayeteke komple û tevlî karwanê şehîdên me yên çapemeniyê bû ku qadên jiyana azad ava kirin." -
Şahîn: Ti sîstem nikare têkoşîna gelê rêxistinbûyî têk bibe
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Ti sîstem nikare têkoşîna gelê rêxistinbûyî têk bibe. Gelê me hêviyê ji dewlet û desthilatdariyê nake, jiyana xwe jixwe dewam dike." -
Erkmen: Plana desthilatdariyê li ser navçeyên Rihayê hebû
Celalettîn Erkmen ê ji DEM Partiyê diyar kir, desthilatdariyê ji ber ku rê û rêbazên li ser navçeyên Rihayê yên li ser sînor nekarî bixe meriyetê, senaryoyeke nû xistiye dewrê. -
PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê
Komîteya Tenduristiyê ya PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê û bang li rêxistin, sazî û dezgehên tenduristiyê hemûyan kir ku li hemberî qirkirina jinan û civakê helwestê nîşan bidin. -
Mamosteyê Kurdî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate girtin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku aktîvîstê Kurd ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di 18'ê Tebaxê de hate girtin. -
Nasnameya 3 şehîdan hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyên me Rosîda, Mazlûm û Berxwedan têkoşîna azadiyê radestî me kirin û bi têgihiştineke hêjayî wan bin, em ê têkoşînê hîn mezin bikin." -
Li Amedê çalakiya 'Xwendina Azadiyê' hate lidarxistin
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku li qada navneteweyî tê meşandin, li Amedê çalakiya 'Xwendina Azadiyê' hate lidarxistin.