Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm, bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê, ji ANF'ê re axivî.
Delîla Devrîm, anî ziman ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo mirovahiyê bû mîladek û wiha got:
"Di serî de ez Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyên me yên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûne û li gelê me yê welatparêz pîroz dikim. Ji bo pêngava 15’ê Tebaxê pêk were gelek sedem hebûn. Ji ber ku gelê Kurd di wê demê de rastî êrîşên qirkirin û komkujiyên çandî dihatin. Ji ber vê yekê guleya yekemîn a hevrê Egîd di 15’ê Tebaxê de avêtiye, ji bo gelê Kurd dihat wateya hêviyê. Polîtîkaya qirkirina çandî ya ji aliyê dagirkeran ve hat plankirin, bê encam ma. Dijmin êdî rastiya Kurdan fêm kiriye, Kurd xwedî çandeke serhildêr in û koletiyê hêjayî xwe nabînin. Gava ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku Kurd her tim li dijî siyaseta înkar û tinekirinê serî hildane. Di van serhildanan de gelek Kurd hatin qetilkirin. Mînaka herî şênber jî komkujiya Dersim û Geliyê Zîlan e. Tiştê ku ez dixwazim bêjim ev e; dagirker her tim li dijî Kurdan polîtîkayên şer ên qirêj meşandine. Lê belê li dijî wê Kurd ti carî dev ji çanda xwe ya serhildanê bernedane. Bi hatina PKK’ê re çanda berxwedanê hêj çalaktir bû. Ev yek bi saya Rêber Apo çêbû. Rêber Apo dara hişkbûyî ji nû ve şîn kir.”
‘BI GULEYA DESTPÊKÊ RE DÎWARÊ TIRSÊ HILWEŞIYA!’
Delîla Devrîm, da zanîn ku guhdarîkirina stranên Kurdî jî tên astengkirin û wiha dom kir, “Berê li malê jî guhdarîkirina muzîka Kurdî qedexe bû. Bi saya keda Rêber Apo û pêşengiya hevrê Egîd li Botanê guleya destpêkê li dilê dijmin hat xistin û dîwarê tirsê hilweşiya. Ev yek bû wesîle ku gelê Kurd bêhnê bigire. Êdî baweriya gelê Kurd a li hemberî xwe bi pêş ket û yekemcar bi artêşeke xurt dest bi pêvajoyeke şoreşgerî kir. Gelê Botanê ji vê pêngavê hêz girt û li kolanan li ber xwe da. Dewleta Tirk a mêtînger li dijî vê berxwedanê matmayî ma û hewl da gel biçewisîne. Lê gelê Kurd ji berxwedana xwe tawîz neda. Dewleta Tirk a dagirker a ku hêza wî têrê nekir ku li ber berxwedana gel rabe, dest bi rê û rêbazên qirêj kir. Hewl da Kurdan li dijî hev bide şerkirin, sîstema cerdevanî bi Kurdên ku xwe ji bo çend qurûşan difiroşin, ava kir. Dewleta Tirk baş dizanîbû ku wê nikaribe xwe li hember hêza Kurdan rabigire, lewma hewl da Kurdan li hemberî hev bide şerkirin. Dewleta Tirk ji vê plana xwe ya qirêj jî ti encam negirt. Ji ber ku gelê Kurd êdî hebûna xwe di rastiya PKK’ê de dîtibû û her Kurdek bi rûmet di heman demê de bibû endamekî PKK’ê. Ji bo jinên Kurd jî rêyek nû ya azadiyê vebibû. Jin di nava civakê de bi zîhniyeta kolekirinê re rû bi rû mabûn. Jin tine dihate hesibandin… Jin di nava civakê de weke hebûneke nedihat dîtin. Lê belê piştî pêngava 15’ê Tebaxê bi hezaran jin tevlî nava refên PKK’ê bûn. Êdî 15’ê Tebaxê ji bo her kes bibû hêvî.”
‘BERXWEDANA GERÎLA MEZIN BÛ Û DEWLETA TIRK JI HEV KET’
Delîla Devrîm, gotina dewleta Tirk a dagirker a ku dibêje “Qedî, em ê wan tine bikin” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di rastiyê de ew ji hev ketin û qediyan. Jixwe baweriya kesî bi dewleta Tirk nemaye. Tenê aliyên faşîst bi wan gotinan bawer dikin. Rastî li holê ye, dewleta Tirk li hemberî PKK’ê ji hev ketiye û bêhêz bûye. Divê dewleta Tirk a dagirker vê yekê zanibe; PKK’ê naqede. Ji ber ku Rêber Apo zemîna PKK’ê bi awayekî xurt avakiriye. Paradîgmaya azadiyê ya ku Rêber Apo me pêş xist û bihêz kir.
Êdî gerîla profesyonel in. Her roj derbên giran li dijmin dixin. Her çend dewleta Tirk a dagirker di çapemeniyên xwe de parve neke jî, her kes vê rastiyê dizane. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bêçare maye. Ji ber vê yekê her roj navên leşkerên mirî bi nûçeyên sexte di çapemeniya şerê taybet de dide. Ev nîşana bêçarebûna wan e. Bi ruhê ku hevrê Egîd di me de pêş xist, me dijmin têk bir. Niha jî her gerîlayek bûye Egîd. Û heta ku ev ruh dewam bike, em bawerin ku dewleta Tirk a dagirker wê her li hemberî gerîla têk biçe.”
'DIVÊ EM ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û HEVKARÊN DAGIRKERAN MEZIN BIKIN'
Ji fermandarên YJA Starê Delîla Devrîm bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û berxwedanê û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser vê serdemê, dibînin ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên qirêj ên ku piştî 15'ê Tebaxê xwest li dijî Kurdan bimeşîne, niha bi destê PDK'ê dixwaze bimeşîne. Di operasyona dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê de PDK dide pêşiya dagirkeran. Çawa ku di salên 1990'î de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sîstema cerdevaniyê ava kir û li gelê Kurd komkujî kir, heman tiştî niha bi destê PDK'ê dike. Ev hemû ji xwe li pêş çavan e. Her kes şerê li Başûrê Kurdistanê dibîne. Dewleta Tirk bi destê PDK'ê gundan vala dike, dişewitîne. Qîma xwe bi vê jî nîne, bi balafirên bêmirov bi destûra PDK'ê li Başûr komkujiyan li sivîlan dike. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi destê PDK'ê enfalê li Kurdan dike. Gelê Kurd ê li wê derê neçarî koçberiyê dike. Li şûna Kurdan jî çeteyan bi cih dike.
Em ê van lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ku bi destê PDK'ê diafirîne têk bibin. Weke ku min got, ji ber ku em hêzeke ji aliyê fermandarê mezin hevalê Egîd ve ahtiye afirandin, em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Bila baweriya gelê me jî ji vê yekê hebe, em ê bi hev re şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin û nehêlin dagirker Kurdistanê talan bikin. Ji bo vê jî li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê Kurd xwe ji şerê gel ê şoreşgerî berpirsyar bibîne, dest bide gerîla û rê nedin dagirkeran. Eger gel û gerîla bi hev re vî şerî bimeşîne, wê serketin a me be. Bi saya vê yekbûnê wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikê. Kurdistan jî wê azad bibe."