Li Êlihê protesto: Berxwedana me wê li her derê dewam bike

Qetilkirina rojnamevanan li Silêmaniyê hat protestokirin. Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn, “Li dijî êrîşan berxwedanê wê li her derê berdewam bike.”

ÊRÎŞ HAT ŞERMEZARKIRN

 Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê têkildarî êrişa li dijî kedkarên Çapemeniya Azad a li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniya Herêma Kurdistanê li Taxa Pazaryeriyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz a li vir axivî, wiha got: “Di êrîşa nemerdane ya duh hate kirin de du kedkarên Çapemeniya Azad hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn. Li dijî êrîşan têkoşîna me ya berxwedanê dê ji cihê mayî berdewam bike. Dê nikarin bi tu awayî bi gelê Kurd bi paş ve gav bidin avêtin. Em careke din Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ya pişt re axivî jî wiha got: “Ev êrîş ne êrîşa ewil a li dijî kurdan e. Me ne duh serî tewand, ne jî em ê sibê serî bitewînin. Ji ber wê yekê em bang li hikumeta PDK’ê dikin; dest ji tarzê xwe yê hevkariyê berdin û ji bo li çar parçeyên Kurdistanê mafên demokratîk ên Kurdan bên bidestxistin hewl bidin.”

 Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.