Li dijî serdegirtina DEDAŞ û leşkeran gel li ber xwe dide

DEDAŞ’ê ligel leşkeran careke din bi ser bajarokê Ewîna ya Stewrê de girtin. Gel li ber xwe dide.

Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), vê sibehê careke din ligel leşkerên Tirk bi ser gundewarê Ewîna ya navçeya Stewr a Mêrdînê ku bi rojane hewl tê dayîn bikevinê de girtin. Gelê Ewêna li dijî serdegirtina ku ji aliyê bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û dozeran ve hat kirin, rêya Ewîna-Stewrê li trafîqê girtin. Cendirmeyan bi gaza îsotê û ava şîd êrîşê gel kir. Li dijî êrîşa cendirmeyan gel bi keviran bersiv da. Rageşî li ser rawestandina leşkeran bi dawî bû, lê gel rê li trafîqê girt û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Ewîna” çalakiya xwe domandin.

‘EM JI WAN NATIRSIN!’

Balkêş bû ku piraniya çalakgeran jin û ciwan bûn. Jin bi darên girtine destên xwe ve disekinin. Çawa  ku cendirme belavî herêmên çiyayî bûn, girseya çalakger jî ji nav xwe kom şandin li herêmên çiyayî û li dijî mudaxileyekî cendirmeyan a bê tevdîr girtin. 

Fatma Bûdak, li qada çalakiyê nerazîbûn nîşan da û got, ‘Bi copan êrîşê me dikin. Em ji wan natirsin.” Halîse Sûn jî got, “Serokkomar derdikeve li qadan û qala gelê Filîstînê dike. Li vê derê jî gelê Filîstînê em in. Em gelekî dîlgirtî ne. Av û ceyrana me tuneye.”

Parlementerê DEM Partî yê Mêrdînê George Aslan jî serdana çalakiya gel kir.

Li gund sekinandina welatî û leşkeran didome.