BI DÎMEN

Dîrî: Em çavkaniyan ji bo gelê xwe bi kar tînin

Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî anî ziman ku ji bo xisara qeyûman li navçeyê kirine ji holê rakin, ew bi berfirehî dixebitin û got, "Şaredariya me çavkaniyên xwe hemûyan ji bo gelê xwe bi kar tîne."

KARÊN ŞAREDARIYA GEVERÊ YA DEM PARTIYÊ

Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî anî ziman ku ji dema destpêkirina wezîfeyê û vir ve wan 75 milyon deyn dan û diyar kir, li gel deynê zêde û xisara li herêmê jî ew bi biryar ku bi karên demkurt, navîn û dirêj bixebitin.

DEM Partiyê di hilbijartinên 31'ê Adarê de Şaredariya navçeya Geverê ya Colemêrgê ku 8 salan ji aliyê qeyûm ve hatibû dagirkirin bi rêjeyeke bilind a dengan bi dest xist. Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî li ser karên şaredariyê ji ANF'ê re axivî û got, "Zêdeyî 4 meh in me dest bi wezîfeyê kirine. Li pêşberî me enqazeke mezin hebû. Şaredarî xistibûn bin deynekî ji 1 milyar TL'yî. Ji dema ku me dest bi wezîfeyê kirine û vir ve me 75 milyon TL deyn dan."

EM Ê JI BO GELÊ XWE YA HERÎ BAŞ BIKIN

Dîrî anî ziman ku dema wan dest bi kar kirin plan û bernameya xwe amade kirin, li ser karê ku di dema kurt de bikin biryar wergirtin û got, "Me dest bi çêkirina rêyên xwe kirin. Me îhaleya herî mezin a dîroka Şaredariya Geverê pêk anîn. Ev îhale bû malê 57 milyon TL'yî. Niha li 7 taxên cuda li 16 kolanên me karê asfaltkirinê dewam dike. Em hewl didin pirsgirêka rê ya bajarê xwe çareser bikin. Me rêyên 6 taxên xwe vekir. Pirsgirêka ronîkirina navenda me ya sûkê hebû, me ew pirsgirêk çareser kir. Li gel pirsgirêkan jî em karê xwe dewam bikin. Em ê hemû derfetên şaredariya xwe ji bo pêwîstiyên gelê xwe bi kar bînin. Me soz dan gelê xwe, em ê di nava 5 salan de ya herî baş ji gelê xwe re bikin."

PIRSGIRÊKA BÊKARÎ Û NARKOTÎKÊ

Dîrî anî ziman ku li navçeyê bêkarî û narkotîk pirsgirêkeke cidî ye û got, "Ji bo karibin derfetên kar ji ciwanên xwe re biafirînin em dixebitin. Em ê atolyeyên têkildarî ziman û çandê ava bikin. Em ê yekîneyeke jinê ava bikin ku karibe bi pirsgirêkên jinan re eleqedar bibe û çareser bike. Hûn jî zanin çiraveke narkotîkê û fûhûşê heye. Ji bo li hemberî vê têbikoşe em ê komîsyonan ava bikin. Ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila gelê me baş zanibe ku em ê pirsgirêkên xwe hemûyan çareser bikin."